Di maça Beşîktaş-Antalyasporê da xelkê bi yekdengî îstîfa hukûmetê xwestiye. Sînyalek baş e.
Serokê MHPê Devlet Baçeliyê boşboxaz ji dêlî Erdogan xwe
qeherandiye, gef li milet xwariye, gotiye emê hesabê vê bipirsin.
Erdogan ji alîkî da hêzên dewletê dajo ser milet, lê dema têrê neke, Bahçelî dajo meydanê. Bahçelî çoyê di destê Erdogan da ye, gava hewce be bi wî milet ditirsîne.
Mêrik gurê har e, tu çi biki jî rehet nasekine. Tu dêlê jêkî quto
ye, tu guha jêkî kemo ye, tim bêarê her ro ye.
XXX
Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Semsûrê kurd zeyt kirine, gotiye ”heqê xwe li min helal bikin!”
Tu ne yekî kurd heqê xwe li te helal bikin, aynê kurdan ewê
ji te ra nemîne, tu yê pir bikşîne.
Kursiya wî diheje dest bi şalûzîyê kiriye, lê hevalê wî
Bahçeliyê gurê har jî ji ber protestoyên maça FB û BJKê gef li xelkê xwariya,
gotiye ewê vê ”îxanetê” efû nekin.
Wezîfe li hev parkirine, yek milet zeyt dike, yek tehdît
dike.
XXX
Erdhejê xelkê berê feqîr bû feqîrtir û perîşantir kir. Li
Tirkiyê û li Kurdistanê kîloyek goştê hûr(qîme)bûye 300 lîreyê Tirkiyê.
Li Swêd kîloyek goştê hûr di bin 8 dolarî ra ye. Ew jî nuha
buha bûye, çend meh berê erzantir bû.
Zulm û terora dewletê ne bes e, buhayiyê jî xwe da ser. Sal bi sal, xwezî bi par, halê kurdan sal bi sal xerabtir dibe.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar