Hetanî nuha gelek caran li ser zimanê bazarê li Kurdistana Başûr hatiye nivîsîn.
Tirk û erebên li Kurdistana Başûr tîcaretê dikin kurdî nakin zimanê tîcaretê û
alvêrê, zimanê tîcaret û bazara wan tirkî û erebî ye.
Yanî zimnen(sergirtî)ji kurdan ra dibêjin em zimanê qe qebûl nakin, hûn mecbûr
in zimanê me fêr bibin.
Li aşxane, qahwexane, pastexane, otêl û dikanên tirk û ereban ziman ne kurdî
ye, tirkî û erebî ye. Menu, meqbûz ne bi kurdî, bi tirkî û erebî ne. Heger li
hemûyan ne wiha be jî yên wiha pir in, lema jî gelek caran qala vê gelşê tê kirin.
Li Kurdistanê, li welatê kurdan zimanê wan pere nake, kurdî ne zimanê bazarê ye.
Ev ne fenomeneke nuh e, ji zûda ye zimanê bazara Kurdistana Başûr, bi taybetî li Hewlêrê, Dihokê û Zaxoyê tirkî û erebî ye.
Kurmancî bûye wek zimanê turîstan.
Xwedêgiravî hukûmetê ewê ev rewş biguherta, midaxeleyî vê rewşê bikira. Lê ev çend sal in qet tiştek neguherî ye, li Kurdistana Başûr zimanê bazarê roj bi roj dibe tirkî û erebî.
Hukûmet, belediya tiştekî nake, midaxeleyî vê dagirkeriya kulturî, zimên nake, lê temaşe dike.
Gava zimanê miletekî ne zimanê çarşî û bazarê be ev tê wê maneyê ew milet bindest e, ew welat hatiye dagirkirin.
Lê milet jî dengê xwe nake. Meşekê, protestoyekê nakin. Çûna van mekanan boykot nakin. Bi kêfxweşî diçin wan mekanan, wan dikan, aşxane û pastexaneyan û bi tirkî ya jî bi erebî wan ra dipeyivin.
Ji bo miletekî şermeke pir mezin e li welatê xwe nikanibe bi zimanê xwe tîcareta xwe bike, kirîn û firotina xwe bike. Ji bo weletakî, ji bo hukûmetekê, ji bo miletekî şermeke ji viya mezintir tune ye.
Tirk tên welatê wan tîcaretê dikin lê zimanê wan qebûl nakin, dibêjin em bi kurdî napeyivin, kurdî nakin zimanê alvêrê, dibê hûn xwe fêrî tirkî bikin.
Kurdan jî serê salan e ev yek li dilê xwe xistine û bi kêfxweşî fêrî tirkî dibin.
Not:Meqbûz li Hewlêrê hatiye dayin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar