Çi kar dibe bira bibe, çi xebat û micadele dibe bira bibe, heger zirara meriv tê da hebe meriv nake, dibê neke.
Di teşxelê da kara me tune ye. Sê kurd li Parîsê hatine kuştin, zulmeke mezin li kurdan bûye.
Dibê kurd bi teqale hin sûtal
û provakatoran nekevin û xwe neheq nekin, nebin êrîşkar.
Dibê em bi zimanekî maqûl, dîplomatîk derdê xwe bibêjin, doza mafê xwe bikin. Dostên xwe nekin dijminê xwe.
Efendim bira hukûmeta Fransayê nizanim çi bikira. Hukûmeta Fransayê heger kanîbûya rê li ber terorîstan bigirta 7 sal berê ewê nehîşta terorîst li Parîsê 130 kesan bikujin.
Ev qetlîam bi destê hukûmetê nebûye, dibê
em bi şiklekî medenî daxwazên xwe bibêjin, sebebê êrîşê derxin ortê. Qatil çima
êrîşî kurdan kir?
Şerê bi pûlisan ra tenê zirarê dide me, dibê em kurd tevê
nebin, dostên xwe ji xwe aciz nakin.
Tiştê li Parîsê dibe barbarî ye, erebe û dikanên xelkê, malên dewletê kurd nekuştine. Wêrankirina malên xelkê û dewletê barbarî ye, tu têkiliya wê bi protestoyê tune ye.
Tirk her roj me dikujin, em nikanin xîçekî bavêjin ji pûlisên tirk da, newêrin kutuyeka zibil a tirkan bişkînin.
Lê em Parîsa em ji zulma tirkan, ereban û farisan sitirandiye wêran dikin. Ev ne rast e, bêexlaqî ye, bêwefayî ye.
XXX
Şiklê protestoyên li Parîsê dibin rezaleteke mezin e,
dijminatiya miletê kurd e, xerakirina îmja kurdan e.
Yên Parîsê wêran dikin, zirarê didin mal û milkên xelkê kurd
in, ne kurd in nizanim, lê kî bin jî ne dostê kurdan in. Dijminên me jî
dixwazin kurd ne medenî, wiha barbar bin.
Îhtîmal e hin sûtal, îslamîst û neyarên demokrasiyê viya
dikin. Heger kurd ne terefdarê vê vandalîzmê, vê barbariyê ne dibê bibêjin em
jê bêrî ne, em kurd cilqiyên wiha nakin.
XXX
Bûyera Parîsê û kuştina sê kurdan û birîndarbûna 4 kesan
trajediyeke mezin e, ez pir li ber ketim, pir xemgîn bûm. Ji malbatên hersê
kesên di vê bûyera bêtalih, trajîk da hatine kuştin sersaxiyê, sebrê û metanetê
dixwazim. Xwedê sebrê bide wan.
Piştî bûyerê hin kes, hin der û dor dixwazin vê meselê
îstîsmar bikin û bi navê kurdan hin tevliheviyan derxin. Dibê kurd bi aqilî
selîm û siyasî hereket bikin û êrîşî hukûmetê nekin. Hukûmeta Fransayê xêra
kurdan dixwaze. Hîn wê rojê 21 wezîrên fransî piştgirî dan Kurdistana Rojava.
Dibê em bi destê xwe xelkê nekin dijminê xwe. Tirkiye, hin kesên provakator
kanin li ser navê kurdan hin xerabiyan bikin. Dibê kurdên wir şiyar bin, neyên
lîstika dijminên me.
Navên hersê hatine kuştin ev in:
Sitranbêj Mîr Perwer, Emîne Kara û Evdirehman Kizil e.
2022-12-24
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar