Berî nuha bi mehekê xerîteya Kurdistana mezin ji ser deriyê Zanîngeha Zaxoyê rakiribûn, xerîteya başûrê Kurdistanê danîbûn dewsa wê.
Dema ev yek hati bihîsitin gelek kes bi vê guhertinê aciz bûn, di medyaya sosyal da serok û berpirsiyarên Zanîngeha Zaxoyê rexne kirin.
Ez jî yekî ji wan kesan bûm, min di bloga xwe ”Hindik-Rindik” da nivîsek jî li
ser vê meselê nivîsî.
Piştî mesele hat bihîstin û rexne zêde bûn, serokê Zanîngehê Dr. Nazim Ceqsî got:
”J ber ku ew xerîte pir mezin bû lema hatiye rakirin. Lê nuha ew lêkolînê li ser vê mijarê dikin, piştî lêkolîn qediya ewê xerîteyê dîsa li wir bê bicîkirin.”
Mehek di ser bûyerê ra derbas bûye, ez nuha ji serokê Zanîngehê Dr. Nazim Ceqsî dipirsim:
-We ew xerîte dîsa li ser deriyê Zanîngeha Zaxoyê bi cî kir ya na?
Heger ew xerîte hîn jî li ser deriyê Zanîngeha Zaxoyê nehatiye bicîkirin ji ber çi ye, sebeb çi ye?
Çima hûn xerîteya Kurdistanê ji ser deriyê Zanîngehê radikin?
We soz da, we got ” piştî lêkolîn qediya xerîte ewê dîsa li wir bê bicîkirin.”
Lêkolîn we çi bû, hûn gihîştin çi netîceyê?
Ez dixwazim hûn wek serokê Zanîngha Zaxoyê bersîva vê pirsa min bidin.
Lê ne ez tenê, dibê mamosteyên zanîngehê jî, xwendekarên zanîngehê jî bêdeng nemînin, pirsa min kiriye ji serokê Zanîngehê bikin.
Rojnamevan jî dibê bi dû vê meselê kevin, herin ji serokê
Zanîngeha Zaxoyê bipirsin, di heqê vê meselê da me agahdar bikin.
XXX
Piştî Letîf Reşîdê hevalê YNKê bû serokê Îraqê wezîfa avakirina hukûmeta nuh da
Mihemed Şîa Sûdanî. Sûdanî merivekî çawa ye ez nizanim. Meriv hêvî dike ne yekî
neyarê kurdan be.
Letîf Reşîd merivekî zana û xwedî tecrûbe xuya dike. Hêvî
dikim ne wek Berhem Salih be, ji miletê xwe ra, ji Kurdistanê ra karên baş
bike.
Mihemed Şîa Sûdanî jî gotiye ewê têkiliyên xwe bi hukûmeta
Kurdistanê ra xurt bikin.
Ji bo me ya muhîm kurd Kerkûkê û erdên dagirkirî gişî paş da bigrin. Xwedê bike Letîf Reşîd bikanibe roleke baş bilîze, wek sembol li ser kursiya xwe rûnene.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar