09 mars 2022

Xwedê kesî wek min bêhiş neke !

Bi rastî min hiş berda ye, belkî xirifî bim. Pêr min ji xanimê ra got, xanim tu zanî sibe ne dusibe roja wefata Aslan Kaya (Mehmet Kaya)ye, hindik mabû min ji bîr bikira. Nuha ji nişka ve hat bîra min.

Wê jî got baş bû te bi bîra min xist, lê man e meha pêş me ye? Min digotr belkî 9ê nîsanê ye.
Min got na na, 9ê adarê ye.
Îro me herduyan da dû hev, me berê xwe Strandkyrkogarden, em çûn ser gora wî.

Riya daristanê û nav gorristanê bûz bû, me bi zorê xwe gîhand ser gorra wî.
Me kulîlka xwe danî ber serî, kevirê ber serê wî û dora gorra wî hinekî paqij kir, çend risim girtin û dûra me xatir jê xwest û em hatin mal.
Wek her sal, min nivîsa xwe nivîsî û telefonî Metîn Sandalcî kir, min got, Metîn, em îro çûn ser gorra Aslan,  e-mayla xwe ji min ra bibêje, ezê nivîsa xwe ji te ra bişînim, ji bo ku tu têxî malpera wî.
Metîn keniya got:
Ma tu îro çû?
Min got:
-Erê. Qey em hinekî zû çûn, hîn kes nehatibû, tu gulên nuh li ser gorrê tune bû.
Metîn dîsa bi ken got:
- Ne îro ye, nehê nîsanê ye, hîn mehek heye…
Ez şeqizîm, min got:
-Tu rast dibîjî ne îro ye?
Metîn matmayî mabû, ji ken nikanîbû bipeyiviya, got:
-9ê nîsanê ye, tu mehekê zûtir çû ye…
Ji şerma min nizanîbû çi bibêjim! Min got:
- Baş bû min nivîsa xwe belav nekir û xwe nekir sosirat !
Ji dêlî wê nivîsê nuha ez vê nivîsê belav dikim û we ji vê ”bêhişîya” xwe haydar dikim.
Lê tişt nabe, îsal ji dêlî carekê ez du caran çûm ba pismamê xwe. Bi vê bêhişiya xwe xemgîn nebûm, kêfxweş bûm.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar