10 mars 2022

Li ser tesîreka tirkî

Bivê nevê, bê haya me em di bin tesîra zimanê tirkî da, sentaksa tirkî da dimînin.
Kurdên başûr û rojavayê Kurdistanê di bin tesîra erebî da û yên rojhilat jî di bin tesîra farisî da dimînin.
Kurdên li Ewrûpayê jî di bin tesîra zimanên din da dimînin. Em çi bikin jî em nikanin sedîsed rê ber vê tesîrê bigrin.

Lê heta ji destê meriv tê dibê meriv hay ji vê tesîrê hebe û gava pê hesiya rast bike.

Mesela hin kes di maneya hezkirinê da, hezkirina ji tiştekî bi kurmancî dibêjin filan tişt ”xweşa min çû”. Yanî min jê hez kir, kêfa min jê ra hat, min eciband, bi dilê in bû.

Ya jî dibêjin filan tişt ”yê xweşa we jî biçe.” Yanî hûnê jî jê hez bikin.

Bi kurmancî meriv nabêje ”yê xweşa we biçe”, ev tercumeya tirkî ye. Bi tirkî dibêjin ”hoşuma gittî, sizinde hoşuna gidecek.”

Bi kurmancî meriv bibêje, min jê hez kir, kêfa min jê ra het, min eciband, bi dilê min bû rasttir e.
Meriv kane bibêje "bi min xweş e, bi min xweş hat" ya jî "ez bawer dikim ewê bi we jî xweş be, bi we jî xweş were". Ev dibe, bi kurmancî ye.

Lê ”li xweşa min çû” ya jî ”ewê li xweşa we jî here” ne rast e, bi kurmancî meriv wiha nabêje, ev tercumeyeke tirkî ya şaş e.

Bêguman tu kes bi qestî wiha nabêje, haya meriv ji vê tesîra tirkî tune ye.

Lê vê şaşiyê gelek kes dikin. Şaşiyên wiha bi wextê ra dibin standard û dikevin devê nifşên nuh.

Bi şaşiyên wiha zimanê me hêdî hêdî deform dibe, otantîkiya xwe ji dest dide. Pêhesîna şaşiyên wiha zor e, meriv nizane şaş e, lê hin xwendevan dibînin.

Lê ev jî heta demekê ye, xwendevanên kurmancîya rast, otantîk zanin roj bi roj kêm dibin. Ji bo zimanê me ev jî talûke û gelşeke mezin e.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar