Hin nivîskar hene bi rastî nivîskar in, bi rastî edîb in, şair in, tu dibêjî belkî ji bona karekî wiha hatine dinê.
Bi zanînên xwe, bi felsefeyên xwe, bi dinya xwe ya rûhî, bi
ruhên xwe yên şaîriyê xalis muxlis edîb in, şair in. Ne wek her kesî ne, bi
gelek xisletên xwe merivên îstîsna ne.
Lê zêde ne berhemdar in, pir kêm dinivîsin, belkî jî tiştên dinivîsin davêjin jî.
Ji ber ku edîbên rastîn in bi her tiştên dinivîsin qayil nabin. Pir dilzîz in, pir nişmî ne, pir hulhulî ne, pir mikemelîyetçî ne.Lema jî bi her tiştî qayil nabin, tiştê dinivîsin dibê mikemel be.
Ji ber vê mikemelîyetçîtiya wan zêde nanivîsin.
Dema dinivîsin berhemên wan wek gezo lezîz in, meriv ji wan
tahm û lezetekê digire.
Jixwe edebîyat dibê heyecanê bide meriv, tesîrekê li meriv bike, hezkirinekê bi
meriv ra peyda bike.
Lê hinek nivîskar jî hene bi ruhên xwe, bi zanînên xwe ne
edîb in, ne şair in, lê xwe lê dikin bela, pir dinivîsin.
Xwezî yên bi rastî edîb, bi rastî şair pir binivîsandana û yên bela xwe ji
nivîskariyê venakin jî hindik binivîsandina.
Hin şair hene bi rastî şair in, lê nayên naskirin.
Hinek jî hene bi rastî ne şair in, ne romancî ne, lê dîsa jî nav û deng dane,
navên wan li ser zimanan e.
Xwezî şairên, nivîskarên kêm tên naskirin jî bi qasî nivîskar
û romanciyên meşûr bûne bihatana naskirin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar