Di romana Silûkê da Enwer Karahan qala jiyana xwe ya Diyarbekrê dike, dibêje:
"Min ji xwe re kiriye înad ez li Diyarbekirê bi tirkî napeyivim û li kîjan
kuçeyê bivînim zarok bi tirkî bi hev re dipeyivin, ez nêzî wan dibim û dibêjim,
ma hûn tirk in? Wê gavê bi xwe nexweş tînin û hinek dibêjin, heşa abê, em kurd
in..."
Bawer bikin min jî eynî tişt kiriye. Di nabêna 2010-2015a da ez gelek caran çûm
Diyarbekrê, bir rojan li wir mam.
Carekê li aşxaneyekê garson got ez zaza me, bi kurmancî nizanim.
Min jê ra got, tu bi zazakî bipeyive, ezê jî bi kurmancî. Me wer li hev kir.
Li markêtekê jî keçika kasê, wê jî ji min ra got ez ji te fêm nakim, ez zaza me.
Min ji wê ra jî got, bi zazakî bi min ra bipeyive, ez zazakî fêm dikim. Tesaduf, Heyder Otlu li pişt min di dorê da bû, dengê min çûyê, ket nabêna min û keçikê, em ji hev gerandin. Lê keşikê bi zazakî jî nizanîbû.
Heta li Mêrdînê û li Wanê jî ez bi kesî ra bi tirkî nepeyivîm. Li çend ciyan ji ber ku ez û xanim û zarok bi kurmancî dipeyivîn kêfa wan hat, zebeş, petêx, tirî û şîranî îkramî me kirin û pere jî ji me nesitendin.
Yanî heger meriv înad bike, heger meriv bi îstîkrar be kane li Kurdistanê bi zimanê kurdî jiyana xwe bidomîne. Belkî li hin deran îstîsna çê bibin, lê ew jî îstîsna ne.
Li Diyarbekrê li kuça ”Sanat Sokagi” çayxaneyek hebû ez carnan diçûm wir. Garsonekî bi kurdî nizanîbû, dema ez diçûm wir, ban garsonekî bi kurdî zane dikir, bi tirkî jê ra digot ”filan kes were, ew dîsa hat”. Yanî wî xwe nêzî min nedikir, yekî bi kurdî zanîbû dişand ba min.
Bûyerên wiha gerra meriv, jiyana meriv zengîntir û rengîntir dikin, dibin baharatên jiyanê.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar