17 februari 2022

Sohbeta dê û dotê û valabûna gundan

Xanima min do bi telefonê bi dayika xwe ra peyivî, bîstekê li halên hev pirsîn, bû axe-waxa wan.

Piştî ku xanim rewşa dayika xwe, halê wê, nexweşiyên wê gişan fêr bû, dor hat ser pirsên din.

Vê carê dest pê kir, yek bi yek li halê xwehên xwe û birayên xwe, li yên zarokên wan, li yên pismam û dozmamên xwe û di dawiyê da jî li yên gundiyan pirsî.

Kî çi dike, kî li gund e, kî ne li gund e, debara filankeso, filankesê çawa ye, filan û bîvan…

Zimanê dayika feqîr bi agahdariyê, bi bersîvan qerimî, rebenê bersîvek diqedand, pirseke din jê dihat kirin.

Ez li ber kompîtorê bûm, lê guhê min wer li ser axaftina wan bû, çimkî min jî bi qasî xanimê dixwest bizanibim hela li gund çi ye, kî sax e, kî mirî ye, kê ji gund bar kiriye, kî nuha li gund e?

Di axaftina wan da tiştê herî zêde bala min kişand, diya wê got:
-Keça min, bi Xwedê gund vala bûye, çend mal tenê mane, giş li bajaran belav bûne. Hêdî, hêdî gundê vala bimîne, ewê wêran bibe. Berê seba bihostek erd şer dikirin, nuha piraniya xanîyan vik û vala ne.

Dûra dest pê kir, navên kesên ji gund bar kirine yek bi yek jimart. Her cara navek digot, xanim matmayî dima, digot:

-Wîîî, wî jî bar kiriye? Çima tu nabêje kes di gund da nemaye, gund vala bûye?

Dûra jî li sebebê vê koçê pirsî, xwest bizanibe sebeb çi ye, çima hewqas însanî bar kiriye ?
Diya bi dengekî pir xemgînî got:

-Keça min, baran nabare, av tune ye, çêre tune ye. Bîr û kanî giş miçiqî ne. Ava terş vexwe tune. Heywan birçî ne. Dibê meriv wer alif(êm)bike. Dema çêre û av tune be ne terş û dewar xwedî dibe, ne jî çandinî dibe. Lema jî xelk ji mecbûrî koçî bajaran dike.

Ev çend sal in li Qerejdaxê, li alî me ne berf dibare, ne jî baran. Debara gundiyên Qerejdaxê li ser terş(pez)e. Çindinî pir hindik e, ji bo hewcedariya malê ye.

Çaxa baran, berf nebare kes ne kane pez xwedî bike, ne jî tiştekî biçîne. Lema jî di nav gundiyên Wêranşarê da koçeke mezin heye.

Berê li Gundên me û yên dora me li ber her malekê semerak pez û naxirek dewar hebû.

Her malê têra debara xwe genimê xwe, cehê xwe, nîsk, nok, colik, kizinê xwe ji erdê radikir.

Berê bîstanekî her malê hebû. Pez û dewarê her malê hebû. Şîr, mast, rûn, penêr di ser serê xwe ra davêtin. Lê nuha, li gorî xwesiya min got, nan ji bajêr dikirin. Mêst dikirin. Negot ji dikirin, qey ji bajêr didin anîn.

Manga wan hebû, sitewr bûye, firotine.
Yên çend manegeyên wan hebin jî gerek tim alif bikin. Bi alifkirinê jî heywan nayê xwedîkirin, pir buha dibe. Lema jî xelk mecbûrî koçê bûye.

Koç jî berbî metrepolên Tirkiyê ve ye, çimkî li Wêranşarê karên gundiyên me bikin tune, ji gundiyên koç dikin nufûseke pir kêm li Kurdistanê dimîne.

Ez bawer dikim ev yek li her dera Kurdistanê wiha ye. Belkî bakurê Kurdistanê, Serhed wek alî me, wek Berriyê ne hişkayî ye, lê dîsa jî gundî wek berê nikanin li gundan debara xwe bikin, mecbûrî koçberiyê dibin.

Ev gelşeke pir mezin e, koçberiya bi darê zorê ne bes bû, nuha jî ya aborî lê zêde bûye.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar