18 februari 2022

Platformên dijîtal dibin sebebê belavbûna kurmancîyeke xerabe

Medya sosyal, platformên dijîtal ji bo kurdî îmkaneke baş peyda kirine, bi xêra van paltformên dîjîtal kurdî belav dibe, însan kurdî dixwînin, fêr dibin û zimanê xwe bi pêş dixin. Ev, aliyê baş e.

Lê di eynî wextê da bi riya medya sosyal, van platformên dîjîtal kurdî xera jî dibe, kurdîyeke şaşo- maşo jî di nava însanan da belav dibe û gelek kes vê kurdîya şaşo-maşo kopî û dubare dike.

Bi taybetî jî ciwan, kesên nuh dest bi nivîsîndina kurdî kirine zû di tesîra vê kurdîya beloxwarî, çewto mewto da dimînin.


Piştî ku kurdiya şaş ket devê xelkê rastkirina wê hema hema ne mimkûn e, pir zor e.

Hin kesên kurdîya wan xerabe, bûne sebebên belavbûna gelek çewtiyan û kurdîyeke şaş.

Bêguman kes bi zanetî şaş napeyive, şaş nanivîsîne. Hewqasî zane, çi zane, çawa zane wer dinivîsîne. Yanî şaşiyên ne bi zanetî, bi nezanî ye, hay ji şaşiya xwe nîne.

Lê ev yek sûcdariya belavkirina şaşiyan ji ortê raneke, zirardana zimên kêm nake.

Ji bo ku meriv çewtiyên xwe kêm bike, rast binivîsîne, rast bipeyive dibê meriv hinekî xwe biwestîne, bala xwe bide îmla û sentaksa kurmancî, zargotina kurdî bixwîne, guh bide kilamên kurdî.

Kurdîya herî rast kurdîya gundiyan e, kurdîya kesên asîmîle nebûne, kurdîya zargotina kurmancî ye.
Bajarî li gorî gundiyan bêtir asîmîle bûne, kurdîya hin bajran bêtir xera bûye.

Nivîskarên, rojnamevanên, kesên bi kurdî dinivîsin dibê ji her kesî bêtir li îmla û sentaksa kurmancî miqate bin.
Çimkî însan di bin tesîra tiştên dixwînin da dimînin û gelek kes wî zimanî texlîd dikin.
Şaşiyên biçûk hene, yên mezin hene. Şaşiyên bçûk, peyva, navdêra çihê tê nivîsîn, meriv bi hev va binivîse ya jî eksê wê. Yanî çewtiyên bi vî rengî zêde ne muhîm in. Helbet nebe baştir e, lê her kes carnan dike.

Lê çewtiyên tewangê, şaşbikaranîna nêr û mê, sentaksa şaş çewtiyên mezin in, dibê meriv neke, rê li ber bigire.

Yekî kurdîya wî ne baş carê di telewîzyonekê da got ”ez jiyan dikim”, ew gotina şaş bû benîşt û ket devê milet, meriv çiqasî dibêje şaş e, rastiya wê ”ez dijîm, tu dijî, em dijîn, hûn dijîn, ew dijîn” e, lê pere nake, dîsa jî gelek kes vê forma şaş(ez jiyan dikim) bi kar tîne.
Nabêje ez li gund dijîm, dibêje ez li gund ”jiyan dikim” !
Lema jî kesên karê wan nivîsandin e dibê li zimanê xwe miqate bin, nebin sebebê belavbûna kurdiyeke şaş.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar