26 april 2021

Mirin dora êş e

 

Serokê TSÎP (Partiya Sosyalît a Karkiran a Tirkiyê) Ahmet Kaçmaz jî vêsê di 83 salîya xwe da wefat kir, xatir ji dinyê, ji nas û dostên xwe xwest û çû.
Gorra wî bihuşt be, serê malbat, nas, dost û hezkiriyên wî sax be.
Ahmet Kaçmaz merivekî baş bû, xêrxwazekî miletê kurd bû, dostekî min ê hêja bû, di salên 1980-1983a dema li Swêd bû hin bîranînên me bi hev ra çê bûn. Xwezî berî mirinê min bîdîta, lê nebû, mirinê ew jî ji nava me bir.


Ahmet Kaçmaz
jî piştî cûntaya leşkerî li Tirkiyê di 12ê îlona 1980î da dest da ser hukim, ew jî wek me, mecbûrî mahciriyê bû û demekê hat li Swêd ma.

Dû ra çû li Almanya li Frankfûrtê bi cî bû. Li Almanya jî ez şevekê li mala wî mam. Em li ser xebata bi hev ra peyivîn. Ji min ra got:

-Ez serokê partîyeke legal im, statuya min diyar e, di partiyê da meqam û wezîfeya te çi ye? Dibê ez bizanibim ez bi kê ra rûniştime.

Min got, tu partiya min nas dikî. Ez endam û berpirsiyarê partîyeke îllega im, tiştê tu dipirse sirrî ye, ez wiya nabêjim... Kenîya, me civîna xwe dom kir.

Dostekî me yê hêja bû, li Stockholmê tim dihat komela me, me sohbet dikir.

Di sala 1979a da me bi TSÎPê ra tifaqek çê kir û em li sê bajarên Kurdistanê, li Mêrdînê, Sêrtê û Wanê bi hev ra ketin hilbijartina Senatoyê.

Lema di nabêna me û TSÎPê da dostiyeke germ hebû. Kesên me ji TSÎPê nas kirin: Ahmet Kaçmaz, Welî Gurcan, Yalçin Yusûfoglu, Oya Baydar giş jî merivên baş û ji dil dostên miletê kurd bûn.

Bi demê ra ez û Ahmet Kaçmaz pir samîmî bûn. Min tim bela xwe di tirkan dida, xwe nedixeyidand. Merivekî rastgo bû.

Di dawiya sala 1981ê da(meha 12a)li ser daxwaza Tirkiyê pûlisan sibakê zû girtin ser mala min, ez hatim tewqîfkirin. Xwestin min teslîmî Tirkiyê bikin.

Tirkiyê ji ber bûyerekê hin derew-merew li hev ragirtibûn û bi riya Înterpolê ez ji Swêd xwestibûm.

Ez nêzî sê hefta girtî mam û dû ra hatim berdan. Di berdana min da keda Mamût Baksîyê rahmetî pir mezin e. Bi xêra wî rojnameyên Swêdî heta ez hatim berdan wer qala min dikirin.

Ev jî bi saya Mahmûd Baksî bû. Çimkî gotina wî li Swêd pere dikir, kînga bixwesta kanîbû di rojnameyên Swêd yên herî mezin da binivîsîne.

Dema ez girtî bûm nedihîştin hevalên min werin ba min. Abûqatê min jî nikanîbû bihata ba min.

Lê hîştin Ahmet Kaçmaz were ba min. Ez ne şaş bim du caran hat ba min û ji min ra hin kitêb û rojnameyên hevalan şandibûn anî.
Piştî vegerîya Tirkiyê, navê wî, dengê wî li piyasê qet tunebû, tevî tu partiyê nebû, di tu platformekê da xuya nekir. Belkî jî dev ji siyasetê berda.

Ez çend caran di Googlê da lê gerîyam, lê min şopa wî nedît. Min gelkî dixwest berî mirinê wî bibînim û pê ra sohbet bikim, rojên borî yad bikim. Ji parvekirineke Mahmût Kîper ez bi mirina wî hesîyam.

Ahmet Kaçmaz, dema serokê TSÎPê bû û li Ewrûpayê bû, merivekî baş bû, dostê kurdan bû, yekî întellektuel, rastgo û xweşsohbet bû.

Koronayê îsal gelek kes ji nav me birin. Roj tuneye em navê mirina çend nas û dostên xwe nebihîzin.

Ev dinya wiha ye, hinek tên, hinek diherin. Mirin dora êş e, dora kê were ewê here…
Gorra wî bihuşt be.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar