Pezê Misto çor ketibûyê, yek li pê yekê dimir. Ji bêçaretiyê diçe ba melê gund, jê ra dibêje melle, hal mesele ev e, ji min ra niviştekê çêke, bira pezê min nemre. Mele jê ra dibêje:
-Tu merivekî bênemaz î, ku tu dest bi nimêjî bikî pezê te
ewê giş xelas bibin.
Misto tavilê dest bi nimêjê xwe dike. Lê mirina pez nasekine,
pezê wî yek li yekê dimre. Dîsa diçe ma melê, meselê jê ra dibêje. Mele dibêje:
-Tu guh medê, yên xerab dimrin, yê baş dimînin.
Her ku mêrik nimê dike, mîhên qer û çavbelek yek li pê yekê
dimrin. Dawiya dawî bizineke kol tenê dimîne. Rojeke ku jinik nanpêj e, bizina
kol tê devê xwe dike teyştê, dixwaze hevîr bixwe. Jinik li bizinê radibe, dibêje:
-Wê de here! Ya na bi Xwedê ezê ji Misto ra bibêjim bira du
riket nimêj ji bo te jî bike!
Şêrê qol
Yekî berdûş(tolaz) çû ser hostê deqkir, go şêrekî li pişata
min çêke. Mêrik got:
-Baş e, lê çêkirina şêr hinekî zahmet e, pirr dêşîne, dibê
tu kanibî tahmûl bikî.
Berdûş xwe aciz kir, got:
-Ev çi gotine? Zû dest pê bike.
Mêrik dest bi deqandinê kir, lê bêxwediyê şêr heywanekî
mezin e, zû bi zû neqediya. Heta ji yê berdûş hat li ber xwe da, nexwest
qelsiya xwe bide der. Lê êşê zor dayê, hew kanîbû tahamûl bikira. Got:
-Bes, zêde pê da nekeve.
Mêrik got:
-Hinkî din jî tahmûl bike, dêla wî tenê maye.
Berdûş bi hêrs ji ciyê xwe hol bû, got:
-Jê bigere, bira bê dêl be, ma tu dibêjî min qet şêrê qol
nedîtiye!
Min ji te ra gotibû
Jinikê ji mêrê xwe ra got:
-Tu bi ya min dikî tu yê vî şufêrê me yê nuh ji kar der
derxî.
Mêrik got:
-Çima ? Qey baş naxebite ?
Jinikê got:
-Na, ne ku başa naxebite. Lê hema dilê min lê rûnane.
Mêrik daxwaza jinikê qebûl nekir, got dev ji feqîro berde,
bira ji xwe ra bixebite.
Bi şev gava hat mal, hew dît ku şufêr di himêza jinikê da
ye. Li hember vê sosiretê hêrs bû, xwe soro moro kir,bi jinikê da qîriya, lê
jinikê bi nermikî jê ra got:
-Min vêsê ji te ra negot dilê min li vî mêrikî rûnane. Lê ez
zanim heta tu bi çavê xwe nebînî tu cara bawer nakî.
Nêr e
Kalekî Kurbeytî bi kera û hespa hinek hejik û êzing dibir
Farqînê bifroşe.
Bi rê da çend eskerên tirk rastî wî tên. Eskerek bi tirkî jê
dipirse, dibêje:
-Dede, nereye gidîyon boyle/Kalo tu wiha bi ku da diçî?
Kalo bi tirkî nizane, dibêje:
-Erê wele, NÊR e.
Esker, fêm nake, du sê carên din jî dibêje:
-Dede, nereye gidîyorsun boyle?
Kalê Kurbeytî hêrs dibe, radihîje kîr û gunê ker, dibêje:
-Kuro ez ji te ra dibêjim nêr e, nêr e! Tu bawer nakî were
rahîjê, bi çavê xwe bibîne…
Esker dibêje:
-Temam dede, min nuha fêm kir tu bi tirkî nizanî…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar