03 februari 2021

Dildara xwe li mizgeftê bibîne !

 


Heger tu li Swêd û li Stockholmê dijî û nêta te û zewacê heye, wê demê qet xeman nexwe. Dîtina dîlbereke nazenîn û xemrevîn êdî ne xewn e û ne jî xeyal e.

Heger tu mêr î, dîtina sosineke nazenîn pir hêsa ye.

Heger tu jin î, wê demê karê te ji hêsayiyê jî wêdetir hêsa ye, hema cavê xwe bigire û destê xwe bipelîne û ji xwe ra çelengekî li gor dilê xwe hilbijêr e.

Mesele hewqas hêsa ye.

Ne hewceye tu li vê Stockholma malkambax ji dîskoyekê herî dîskoyeke din, ya jî heta destê sibehan li ber chatên înternetê bêxew bimînî. Çimkî nuha tu dikanî heval û sebra jiyana xwe li MIZGEFTÊ bibînî.

Belê te çewt nexwend, li mizgeftê, li mala Xwedê!

Heger ji ber bêtalihiya qederê li vê xerîbiya kambax tu di mal da mayî qet kûr kûr nefikire, hema yekê neke dudu û zû berê xwe bide mizgefta Stockholmê ya li Medborgarplatsenê.

Li resepsiyona mizgeftê defterek reş ya anonsên têkiliyan bi darde li bende te ye. Rahîjê û zû navê xwe tê da binivîse.

Wek tê zanîn her kes dikane here mizgeftê û navê xwe di wê defterê da binivîse.

Û dûra jî li bende rahma Xwedê û telefona jineke bi ûjdan be, ya jî jineke xemrevîn.
Dema telefon hat, tu yê bi nazikî û dildarî rahîjî ahîzeyê û bibêjî:

-Xewn û xeyala min, serdara mal û canê min, fermo, emir bike! Ez amede me ji çavên te yên reşbelek ra bibim kilê subhanî û ji jiyana te ya bi tenê ra jî bibim heval û yarekî ebedî.

Berpirsiyarê kitêbxana mizgeftê, birêz Abdelazîz Marakcî ji rojnameya Metro ra gotiye:

-Li Stockholmê gelek keç û law li dor hev diherin û tên, bêyî ku bizanibin ew zewicî ne ya na. Loma jî gelek caran bi hêsanî pevçûn derdikeve. Bi vê deftera bi darde ya hûn dibînin dawî li van pevçûnan tê.

Wey mala we ava be!

Yanî êdî ne hewceye meriv li vir û li wir, li dû swêdiyan bike pişo pişo û xwe pê merezarî bike.

Ya jî çavê xwe bera keç û jinên xelkê de û wek birêz Marakcî gotiye, belayê bîne serê xwe.

Ji ber ku mizgeft li wir e û defter jî bi darde ye. De îcar ji vê çêtir?

Xêr, guneh li hustuyê Abdulazîz efendî, dibêje ev 15 sal in ku ev defter heye û keç û lawên ji her miletî tên navên xwe dinivîsin û dikevin dorê.

Ez bawer dikim haya piraniya kurdan ji vê dosyayê tuneye, ku hebûya me yê heta nuha xeberek xêrê bibihîsta.

Meriv di dosyeyê da navê xwe, sal, nîjad, tehsîl û karê xwe û gelek tiştên din yên ku meriv bixwaze di heqê xwe da qal bike, dinivîse.

Helbet dema meriv rismekî xwe yê herî xweşik jî pêve bike wê demê hîn jî baştir dibe. Lê dibêjin ne mecbûrî ye.

Birêz Abdulazîz gotiye:

-Em dixwazin ji milet û civatê ra xizmteke baş bikin. Ji bo me ev xizmeteke pir ciddî ye. Heta nuha gelek kesî bi vê riyê xwe gîhandine hev û jiyana xwe kirine yek. Ya me ne wek înternetê ye. Di înternetê da gelek xapandin heye, li ba me tiştekî wiha tuneye.

Ma di Mala Xwedê da xapandin dibe?

Helbet ewê xapandin tunebe.
Bi rastî jî xizmeteke ne xerab e. Şansê xerab, di dema me da ne dêrê, ne jî mizgeftê xizmeteke wiha nedikir.
Ya din jî wek dîskotekan tu mesrefeke meriv jî lê naçe. Bi saya vê xebera xêrê, merivê here ”Mala Xwedê” jî ziyaret bike baş e. Bi rastî Xwedê daye kesên azib.

Li welêt zewac qet ne problem bû. Dema meriv dibû xortekî berzewac alîkar pir bûn. Ne hewce bû meriv bi xwe yek bidîta. Meriv tenê nêta xwe hêdîka bi ber guhê diya xwe dixist, mesele diqediya.

Tavilê dê, xweng, dozmam, xaltî, met, pîrik, jinxal, jinap axir hemû dost û merivên meriv, bi hev ra seferbelikek îlan dikirin û ji meriv ra li keçikekê digeriyan.
Bi kêmanî rojê 2-3 keç ji meriv ra dihatin dîtin.
Êdî destê meriv ji meriv ra bû, meriv kîjan bixwesta, wek sêva li darê, meriv kuçê xwe davît jê da û ji xwe ra danî xwarê.

Lê li vê xerîbiya malkambax ev îmkan jî tuneye, divê tu bi xwe jêhatî bî û bikanibî bibînî.

Lê dîtin jî wer ne hêsa ye. Tu yê bi tena sere xwe li ku bibînî?
Tu bibînî, tu yê xwe çawa bigihînê?
Te xwe gîhandê, kê ji te ra bixwaze?  Û gelek gelşên din. Yanî mesele pir zahmet e.

Loma jî bala min lê ye gelek kurdên nejêhatî feqîran di mal da mane. Belkî bi xêra vê xizmeta mizgeftê ew jî bikanibin xwe bi serî bikin û ji tenêtiya şevên dirêj xelas bibin.

Kerem kin, mizgfeta Medborgarplatsenê li bende we ye!

  22/4-2006
  Netkurd

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar