Heta çend sal berê, heta ku Erdogan û Bahçelî ferman li
kurdan ranekiribûn, piraniya kurdan guh nedidan bindestî û êsîriya xwe, ji
jiyan û halê xwe memnûn bûn.
Dewletê bela xwe di wan nedida, pê li serê hinekan
dikir, hinek digirt û dikuşt, ew jî ne xema wan bû. Ji xwe ra digotin, marê bi min venede, bi kê vedide çi ji min ra.
Halê piraniya însanan baş bûbû, gelek kes zengîn bûbûn, gelekan li Tirkiyê, di hevîngehên xwe yên li kevîyên(peravên) deryayê da kêf û sefa derbas dikirin.
Yên hevîngehên wan tunebûn jî havînan tahtîlên xwe li bajarên Tirkiyê derbas dikirin.Yanî haya piraniya kurdan ji bayê felekê, ji êsîrî û bindestiya wan tunebû, bawer nedikirin rojekê ev mar ewê bi wan jî vede.
Lê ev 3-4 sal in rewş hat guhertin, faşîst û îslamîyan qela xwe(tivdîra xwe, gotina xwe) kirin yek û berên xwe dan hema hema tevahiya kurdan, heta bigihîje kurdên şûrkêş, zilam û şelafên wan bûn dan ber xwe, pelixandin.
Êdî her kurd, siyasî ne siyasî, aktîf ne aktîf, HDP ne HDP, PKK ne PKK, her kurdî terorîze kirin, girtin, avêtin zindanê, tirsandin, ji kar derxistin, birçî hîştin, çavsorî û zulm lê kirin.
Yanî her kurdî, pir, hindik nesîbê xwe ji teror û zulma rejîma îslamî-faşîst girt. Nuha êdî her kurd bi kurdbûna xwe hesiyaye, êdî her kurd zane ew kurd e û lema jî dewleta tirk vê zulmê lê dike.
Ew çiqasî xwe ji PKKê, HDPê û heta ji kurdayetiyê jê dûr xe, pere nake, rojek tê, dor tê wî/wê jî.
Hukûmeta AKPê ya îslamî-faşîst êdî kurdên zilamên xwe, kurdên berê endam û parlamenterên AKP bûn jî rehet bernade, dest xistine qirika wan jî, dozger êdî îfadeyên wan jî digrin. Yanî vê terorê êdî kurdên dewletê jî şiyar kirin, ew jî bi kurdîya wan hesandin.
Êdî kurdên dewletê, kurdên hevalên dewletê jî wek berê ji jiyan û halên xwe ne memnûn in, êdî ew di hevîngehên xwe yên li keviyên derya Sipî û Egeyê da ne dilşa û bextewar in; hindik be jî, bi bêdilî be jî êdî her kurd bi bindestiya xwe hesiyaye û fêm kiriye heta azad nebe jê ra rehetî tuneye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar