Xwendevanên hêja, berî ku hûn ji der û doran û ji devê hin
xêrnexwazan bibihîzin, a çêtir ew e ku ez bi xwe eşkere bikim.
Ew soz û ehda ku min bi îmzekirina belavoka Rojda Çelîker
dabû bîrûraya giştî, min bi temamî û bêkêmasî bicî neanî û nebir serî.
Ez ji we ra rastiyê bibêjim, ez di hefta dawî da bi kurdan
ra bi TIRKÎ peyivîm!
Ji we jî ewê hinek bizanibin, di meha hezîranê da Rojda Çelîker
li ser kampanya zimanê kurdî belavokek belav kiribû û min jî ew belavok îmze
kiribû.
Min bi îmzekirina wê belavokê soz dabû bîrûraya giştî ku
“ezê mehekê tu kovar û rojnameyeke kurdan ku zimanê tirkî jî bi kar tîne nexwînim,
malperên kurdan yên bi kurdî- tirkî ziyaret nekim, li belavokên kurdan yên bi tirkî
negrim, beşdarî civînên bi zimanê tirkî nebim, sloganên bi zimanê tirkî neqîrim”
û ya dawî jî “ezê bi tu kurdî ra bi tirkî nepeyivim.”
Bêyî ku “ezê bi kurdan ra bi tirkî nepeyivim”, min hemû
maddeyên din yên wê belavokê yeko yeko bicî anîn. Heta min maddeyek jî bi
nezanî ji ba xwe li wan şeş maddeyên din zêde kiribû, min kanalên
telewîzyonên kurdan yên ku bi tirkî-kurdî weşanê dikin jî mehekê temaşe
nekir. Bawer bikin dema xanimê li programên Roj Tvê yên kurdî temaşe dikir ez
ji salonê derdiketim
Wek nimûne, wê rojê xanimê ji nişka ve deng li min kir, got:
”Zû were, va ye Kewê derket”!
Li gel ku ez ji Kewa şîrîn gelkî hez dikim, lê min dîsa jî
got, “heta serê mehê ez sondxwarî me, ez nikanim lê temaşe bikim”
Xatûn keniya, got, “min ji siyaseta we tiştek fêm nekir.
Tu li bernameyên tirkî guhdarî nakî min fêm kir, de îcar yên kurdî çi bi te
kirine?”
Min got, xanim, “gelek tiştên me nayên fêmkirin”
Lê hûn bixwazin nexwazin çend caran bêhemdî deng ketiye
guhê min. Divê ez viya jî bibêjim.
Wekî din weleh çend caran jî bi çewtî riya min bi hin
malperên kurdî-tirkî ket, lê ez lê nesekinîme, min tavilê jê bazda ye.
Lê di mesela axaftina tirkî da jî çi heyf ku ji min ra
xerab hat. Ji mecbûrî ez bi tirkî peyivîm.
Hûnên bibêjin çawa û jib o çi?
Ez bibêjim.
Biraziyeke min heye, navê wê Dîcle ye, 15 salî ye. Wek gelek
keçên kurd navê wê bi kurdî ye, lê ew bi xwe bi kurdî nizane. Heta nuha me
qet hevûdu nedîtibû. Tim dixwest were carê min bibîne. Me çend caran di
telefonê da dengê hev bihîstibû. Çendakî berê hat Almanyayê ba xalê xwe.
Xwest were min jî bibîne.
Minê çi bigota? Ma minê bigota na?
Ez ketibûb rewşeke xerab!
Min kir ne kir, min nikanîbû di telefonê da jê ra bigota,
” heta serê mehê ez sondxwarî me, ezê bi tu turdî ra bi Tirkî nepeyivim”
Min got were û hat. Piştî hat, min jê ra çîroka xwe got.
Mizicî û got:
-Apo, bira di nabêna min û te da bimîne, ez ji kesî ra
nabêjim.
Îcar ken dora min bû, min got:
-Keça min, bi cîranê min Mamoste tenê jî bimîne ewê di
Netkurdê da karîkatorekî min çêke û li hember xelkê min bike beyreqek sor!
Got, ” wê demê were em bi Îngilîzî bipeyivin”
Min got, “ez jî bi Îngilîzî nizanim”
Got, “ê emê çi bikin?”
Min got, ma emê çi bikin? Emê bi tirkî bipeyivin û ezê
nivîsekê li ser xwe û te binivîsim.”
Ez sere we neêşînim, ji ber ku Dîcleya delal bi kurdî û
Swêdî nizanîbû, min jî bi Înglîzî nizanûbû, ji mecbûrî ez hefteyekê pê ra bi
tirkî peyivîm. Û ne tenê peyivîm, min jê ra tercumanî jî kir. Ji ber ku
xanima min elhemdulîlah ji bin da bi tirkî nizane, loma jî ez tim tercumanê
wan bûm.
Herçî zarok bûn qet li xwe neheyirîn, zimanê îngilîzî hat
gazî û hawara wan.
Erê heta çû min çend gotinên kurdî fêrî wê kirin, lê ez
zanim ev yek sûcê min sivik nake. Bi rastî ez mam heyirî! Divê min çi bikira?
Ya xerab, ez difikirim ya bi kurdî nizane ne Dîcle tenê
ye, gelekên din jî hene. Yanî zarokên piştî salên 1980î hatine dinê bi piranî
bi kurdî nizanin.
Pismam û dozmam, ap û birazê, pîrik û nevî(diya min jî bi
tirkî nizane)ji hev fêm nakin. De were nemre, de were neteqe, de were ariyê
li sere xwe neke!
Min sebeb û çîroka tirkîaxaftina xwe got. Qebûl dibe ya
nabe, ez wi ya dihêlim ji xwendevanan ra.
Lê ez tiştekî jî meraq dikim, ew kesên din yên ku wek min
îmze avêtibûn binê wê belavokê, gelo wan çi kir? Gelo ew jî bi tirkî peyivîn
ya na?
|
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar