29 december 2020

Zulma li jinan rûreşîyeke civata me ye

Mêrê li xanima xwe, li hevala xwe, li xweha xwe, li keça xwe yanî li jinekê neheqiyê, zulmê bike, lêxe ya jî bi navê "namûsê" bikuje, ew ya dîn e ya jî merivekî namerd e. 

Gava jin yeka xerab be meriv hevdu berde.
  
Lê neheqî, zulm, lêdan, ya jî kuştin ne karê merivê maqûl û ji xwe fedî bike. Kuştina xanima xwe, xweşika xwe, keça xwe karê merivê dîn ya jî hov e. Civateke medenî, bi kultur li hemberî kuştina jinên xwe bêdeng namîne, vê qetlê wek rûreşiyê dibîne.


Jin dibe, mêr dibe, dibê meriv tu kesî neke bindest û koleyê xwe, viya jê nexwaze. Jin ne mecbûr e bibe emirberê meriv. Dema meriv li hev nekir, meriv bi rengekî medenî hevdu berde.

Problem û trajediyên malbatî jî kuştin ne rast e, dibê meriv hewqas rehet keça xwe, xwişka xwe nekuje, li çareseriyên din bigere.

Heger em pir bi nanûs in, pir jêhatîne, tirkan welatê me ji me stendine û kînga dilê wan dixwaze tecawizî namûs û şerefa me dikin û em tu carî jî heyfa xwe ji wan nagirin. Lê em xurtên jinan in, em kanin bi wan, tenê ji bo wan namûs tê bîra me.

XXX
Bê siyaset nabe. Bê partî, bê siyasetmedar em nikanin xelas bibin. Azadiya me bi siyasetê, bi partiyan û bi siyasetmedaran mimkûn e. Lema jî nabe ez wan reş bikim.

Feqet li ser navê siyasetê hin siyasetmedar, hin kesên zana, xwedî tecrûbe tiştên wer ji hev ra dibêjin madê meriv ji siyasetê digere,dilê meriv ji siyasetê, ji baweriya bi siyasetmedaran sar dibe. Minaqaşeyên wiha min xeyalşikestî û bêhêvî dikin. Lê halîhazir tu alternatîf jî xuya nake. Em ketine feqeke pir xerab, emê çawa ji vê feqê xelas bibin ez nizanim.

Lê surprîzên dinyayê pir in, gelek tiştên meriv nuha texmîn nake kane biqewimin. Dibê meriv hêvîya xwe ji surprîzên jiyanê nebire...

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar