Wek tê zanîn Osman Baydemîr Serokê Belediya Bajarê Mezin
yê Diyarbekrê ye. Baydemîr salek berê ji gelê Diyarbekrê bi sedhezaran ray
girt û bû serokê belediyê. Û her kes dizane ku gelê kurd bi wan rayên xwe
Osman Baydemîr ne tenê wek serokê belediyê û ji bo xizmeta ji bajêr ra
hilbijart, ji viya bêtir di warê siyasî da jî mesûliyetek da ser milên wî, ew
kir nûner û berpirsiyarekî xwe yê siyasî jî.
Osman Baydemîr jî dema bû namzetê serokê belediya
Diyarbekrê ev berpirsiyariya siyasî qebûl kir û li gor vê ket sere govendê.
Lê gelek heyf û mixabin ji roja ku Osman Baydemîr hatiye
hilbijartin û vir da bi kirin û xeta xwe ya siyasî ew tu carî nebû nûnerekî
gelê kurd yê baş. Heta îro bi hemû
beyan û axaftinên xwe yên siyasî wî him hilbijêrên xwe û bi giştî jî gelê
kurd mahcûp kir û fedîkar derxist.
Baydemîr di hemû axaftin û gavên xwe yên siyasî da di bin navê “birayetiyê”
da tim ruh û îdeolojiya tirkîtiyê derxist pêş û kurd û kurdayetî jî tim qels
kir.
Ji kirinên Baydemîr bi baweriya min du bûyer hene ku bi
maneyên xwe yên siyasî gelkî girîng û watedar in. Li vir ez dixwazim çend
gotinan li ser wan bibêjim.
Ji bûyerên ku ezê li ser rawestim yek, du roj berê
Komeleya Malbatên Şehîdan (şehîdên tirkan) bi însîyatîf û organîza Walî û
hêzên dewletê yên din, li Dîyarbekirê bi navê roja xazîyan merasimek
çêkir. Osman Baydemîr jî beşdarî vê merasimê bû û axaftinek kir. Di axaftina
Baydemîr da dîsa gelek gotinên ne xweş hene, lê ezê li ser wan ranewestim.
Ezê tenê li ser bûyera alayê rawestim.
Piştî axaftina Baydemîr, Serokê Komela Şehîdan, Ahmet
Buyukburç û cîgirê Walîyê Dîyarbekirê
Ahmet Aydin aleke tirkan û albûmeka şehîdan(şehîdên tirkan) dîyarî
Baydemîr kirin. Li gor nûçeya rojnameya Diyarbekir Sozê, Baydemîr al ji destê
Wekîlê Walî girt, maç kir û wek
dîyarîya Walî bi serbilindî qebûl kir.
Heger Baydemîr ne Serokê Belediya Diyarbekrê bûya û di
warê siyasî da jî tu kes û tu hêz temsîl nekira, meriv dikanîbû guh neda vê
bêşexsîyetî û şalûziya wî ya li hember dewleta tirk. Lê her kes dizane ku
Baydemîr ne merivekî serbixweye. Him li ber çavên dinyayê û him jî li ber
çavên tirkan, Baydemîr nûner û serokekî kurda ye. Û her kes jî bi vî çavî lê
mêze dike û li gor vê nûnertiya wî ya siyasî pêra dide û distîne.
Û ji xwe ji ber vê statuya wî ya siyasî ye tirk ala xwe bi
wî didin maçkirin. Yanî di şexsê wî da, bi hawakî sembolîk ew bi hemû gelê
kurd didin maçkirin.
Li welatê xelkê serok û rêberên wan bi piranî layiqî meqam
û navên xwe ne. Lê li ba me bi piranî berovacî vê ye. Kesên îro xwedêgiravî
serok û rêberên vî gelî ne bi piranî ne layiqî cî û navê xwe ne.
Heger Baydemîr bi xebat, fedekarî, mezîyet û zanîna xwe
hatibûya vî meqamî bêguman ewê di axzftina xwe da xwe û gelê xwe hewqas biçûk
nexista û bi hêsanî ala tirk jî maç nekira. Ewê bi cesareteke medenî li
hember daxwaz û zixtên wiha derketa û li hember her zirt û pirta tirkan, ewê
hustuyê xwe xwar nekira.
Baydemîr jî baş dizane ku tirk ne tenê ala me qebûl nakin
û hurmeta wan ji ala me ra tunye, li dera dibînin dikin bin nigên xwe û
dişewitînin jî. Bira ala jî li wir bimîne, li hember rengên wê yê kesk, sor û
zer jî tehamula wan tuneye. Kurd newêrin ji tirsa wan, wan rengan wek kinc jî
li xwe kin. Li gel van rastiyan jî Baydemîr, bi ”kêfxweşî û bi serbilindî“
dikane ala tirk maç bike û dûra jî bi hawakî bêşerm vê şêla xwe biparêze.
Meriv dema kesên wiha tirsonek û ne tu tişt dibîne, meriv
li ber ked û fedekariya gelê xwe dikeve. Heyf!
Bûyera din ku ez dixwazim bi kuratayî li ser rawestim ev
e:
Çendakî berê Baydemîr, li Diyarbekrê bi Cîgira Serokê
Giştî ya ÎHDê Reyhan Yalçindag ra zewicî. Bêguman rexna min ne ev e. Ez wan
pîroz dikim û ji wan ra dilşadî bextewariyeke heta heta dixwzim.
Tiştê bala min kişand merasima marbirînê bû. Yê marbir ji
zava û bûkê xwest ku ew bi tirkî û bi kurdî bibêjin ew hevûdu wek jin û mêr
qebûl dikin. Baydemîr bi kurmancî, tirkî, îngilîzî û fransizî û bûkê jî bi
kurmancî, zazakî, tirkî û îngilîzî bersîva marbir dan û gotin "erê"
Belê we çewt nexwend, Serokê Belediya Diyarbekrê Osman
Baydemîr ne tenê bi tirkî û kurdî, lê bi îngilîzî û fransizî jî dibêje “erê“
Yanî çi?
Bi baweriya min di vê bersîva komîk da durûtî, konetî-yanî
qurnazî- û şêlûkirina şêleke siyasî heye. Ji dêlî ku wek camêran bi zimanê
diya xwe bersîvê bide, bi zanetî wê bersîva kurdî jî tevlihev û bêqîmet dike.
Heger hat û rojekê hinekan hesabê vê gotina kurdî jê pirsîn, ewê bibêje, “min
wek henek û ji bo ku mîvan bikenin bi çend zimanan bersîv da“ û bi vî hawî
xwe biparêze.
Bi vê numûna jorîn jî diyar dibe ku Baydemîr merivekî ne
samîmî, durû û tirsonek e. Û ne layiqî nav û meqamê xwe ye.
Pêşiyên me gotine, “ mêrê tirsonek tu carî nikane bi sîngê
gewr û boz şa bibe!“
Divê Baydemîr û kesên wek wî baş bizanibin ku bi
tirsonekiyê, bi şalûzî û pişo pişo kirinê ne tirk dixapin û ne jî nerm dibin.
Bi tevgerên wiha meriv tenê xwe pîs û bêqîmet dike.
|
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar