Bi şev gava dikevim nava nivînan di serê xwe da gelek tiştan,
gelek karan li hev radigrim û ji berêvkêva dest pê dikim.
Lê bêxwediya blogê û
nivîsên rojane nahêlin ez karekî din bikim.
Ez rojan bi rojan, mehan bi mehan
didim û hew dibînim salek derbas jî bû.
Serê salan e ez û van xeyalan li ber hev didin, ne ew dev ji min ber didin, ne jî ez ji wan.
Hêvî dikim rojekê xeyalên nava nivînan zora dudiliya min
bibin û ji berêvkê da dest hin tiştan bikim.
XXX
Her kes zane tirk ji me xurttir in û li hemberî me pir
bêûjdan û xedar in, kanin her zalimiyê bikin. Bi zorê em nikanin bi wan. Dibê
bi aqil, bi siyasetê em zora wan bibin û wan mecbûrî dane heqê me bikin. Di
siyasetê da tu şiklê micadelê ne ebedîye, li gorî şertan meriv stratejî û taktîkên
xwe, siyaseta xwe, hawê micadela xwe diguhere.
XXX
Emer Faruk Baran di 7ê mehê da li ser bloga min
Hindik-Rindik nivîseke pir delal nivîsîye, lê heta nuha haya min jê çê nebûbû.
Mala wî ava be, îro ez jê agadar kirim. Ez gelkî kêfxweş bûm.
Heta nuha min çawa ev nivîs nedîtiye ez fêm nakim. Qey bi
ber çavê min neketiye, ya jî bala min nekişandiye.
Tiştê baş nabînim, bi tiştên xerab jî xwe merezarî dikim...
Careke din gelek sipas ji bo vê nivîsa xweş...
XXX
Ji bo ku em dikin paceyên(pencereyên)xwe biguherînin berfê, sar û sermayê dest
pê kir.
Heta nuha li Stockoholmê wek biharê bû, bi hatina paceyên me
ra berfê da ser me.
Yê min tim wiha dibe, dest davêjim çi, ji min ra xerab tê.
Kurdbûn ne mes e, bêşansiyê jî xwe lê zêde kiriye, bûye zembûrê ser qembûr.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar