Sala 2020a ji bo me kurdan saleke gelkî bêyom û qebîh bû, îro roja wê ya dawî ye, baş bû qediya, em jê xelas bûn. Vê sala pîs em pir êşandin, em ji pertav da xistin; tu salê em heqasî şerpeze nekirin.
Hêvî dikim sala 2021ê ji bo me bibe sala yekîtiyê, sala serketinê
û azadiyê. Bi vê hêvîyê sala nû ya dost û hevalan û ya gelê xwe pîroz dikim !
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar