Di dibistana destpêkê da mamoste di dersa bîyolojiyê da ji
zarokan pirsî, got:
-Zarokno, zindî dibin çend beş?
Lawikekî destê xwe bilind kir, got:
-Dibin çar beş, mamoste.
Mamoste got:
Bi min wek şaş xuya dike, lê ka bijmêre.
-Nebat, heywan, însan, zarok.
Mamoste got:
-Ma zarok jî ne însan in?
Lêwêk got:
-Heqê te heye mamoste. Wê demê zindî dibin sê beş.
Mamoste got:
-Baş e, ka ji nuh ve bijmêre.
-Nebat, heywan û zarok.
Mamoste bêtir matmayî ma, got:
-Çi bi însanan hat?
-Mamoste, yên di dilên xwe da hezkirinê geş dikin hertim zarok man. Yên din jî bûn heywan.
XXX
Gere ez herim dikanê ji bo êvarî hin şîranî û tişt-miştên
din bikirim. Lê dengê ximîna baranê tê min, ez li bendeme baran veke. Îsal Berfê
riya xwe bi Stockholmê nexist û baran jî qet terka me nekir. Erdê Stockolmê wek
bêjing û seradê ye, tu bi kûza berdê jî têr nabe, aşît ranabe.
XXX
Hin kes ji hin kesan ra, ji hin weşanxaneyan ra gotinên wer
dibêjin devê meriv ji hev dihere, meriv diçe dinyake din. Meriv fêm nake hewqas
kîn û nefreteke belasebeb çawa kane di dilê merivekî da kom bibe. Dînîtiyên
wiha meriv pê diqehere, lê ne hêjaye meriv bersîbê bidê.
Ya baş meriv ji nedîva were, fena ku meriv nedîtibe. Dîn,
aqilsivik pir in. Meriv ne kane qûna dinyayê rast bike û ne jî dînan biaqil
bike.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar