Xanim ketiye mitpaxê, teqreqa wê ye, ji me ra lasagna çê
dike.
Min jî jê ra pîvaz, îsot û malzemeyên êwê têxê hûr kir. Dema
min pîvaz hûr dikir, navê ”kêra kalanî” hat bîra min.
Kêreke me ya pahn, mezin hebû. Gorbuhuşta dîya min jê ra
digot ”kêra kalanî.”
Ji kêrên biçûk ra nedigot "kalanî", tenê ji kêra mezin a hinekî devpahn ra digot kêra kalanî.
Gava goşt hûr dikir, ji me ra digot, ”hela herin wê kêra
kalanî ji min ra bînin.
Ji bo ku dilê min têkeve cî, min ji xanimê pirsî, got rast
e, me jî li gund ji kêra mezin ra digot ”kêra kalanî.”
Li herêmên Kurdistanên yên jî ev nav heye ya na ez nizanim.
Çima dibêjin "kêra kalanî", koka "kalan,
kalanî" ya etîmîlojîk çi ye, ji ku derê tê ez nizanim. Yê zanin me agahdar
bikin ezê kêfxweş bibim.
Min hinekî bala xwe da ferhengan, diyar e ev kêra malê, wek
şûr û xencerê berê bi kalan bûye, lema jê ra gotine ”kêra kalanî”, yanî kêra bi kalan.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar