Di meha Remezanê da rêya yekî sofî bi gundekî elewiyan dikeve. Li perê gund bala xwe didê kalekî elewî li ber bestekê rûniştiye û qelûnê dikşîne. Sofî bi tinazî ji kalê elewî ra dibêje:
- Sofî, ma qey rêya Remezanê bi gundê we neketiye ?
Kalê elewî, pira ku bi text mextikan, bi hawakî ê’retî bi hev va zeliqandine nîşanî sofî dide û dibêje:
- Seyda, di ser vê pira me ra dewarên gund nikanin derbas
bin, îcar Remezana mubarek ewê ji ku kanibe derbas be û xwe bigihîne gund ?
Heger derewe...
Mustefa Îzzet Efendiyê şair, bestekar, neyjen, Xettat (kesê
destnivîsa wî gelekî xwe e) yekî wisa bû, kêç dikir deve. Rojekê ji dostekî xwe
ra got:
- Şeva çûnî ez heta destê sibê rûniştim, min Quranek bi temamî
nivîsand û danî wira.
Bîstek derbas bû, îcar dostê wî dest pê kir:
-Remezana sala çûnî(par), ji bo fitarê ez diçûm Qandilliyê.
Di Boxazê(Tengava Stenbolê) da firtoneyek wer rabû, hey hewar, tew qal meke...
Pêlên avê keleka min berberî şerîfeyên minarryên kêleka bahrê kir. Gava keleka
min di nav pêlan da li ba dibû, topên fitarê lêxistin. Min cixara xwe ji
qendîlên minaran vêxist û fitara xwe vekir.
Mustefa Îzzet Efendî qîriya got:
- Deerew!... deerew!...
Hevalê wî got:
- Heger derew e ew Qurana te şeva çûnî nivîsî her du çavên
min kor bike.
Deve
Du kesên derewçîn kişiyabûn ber derewan, derew dikirin. Yekî
got:
-Do bi şev burûskekê lê xist, hey hewar! Her der bû wek
ronkayiya rojê. Li rex çiyê, bawer bike tam min sedhezar çeqel jimartin.
Derwçînê din gotin ji dev girt:
-Çaxa burûskê lêxist ez li wir bûm, li serê çiyê min devak
dît. Serê xwe dirêjî besta jêrî çiyê kir, ji bestê av vexwar.
Derewçînê ewilî xwe ranegirt:
-Errik, hela deve daxîne deştê lo.
-Ê tu jî çeqalên xwe ji sedhezarî daxîne heyştê yî lo.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar