Li gorî beyana Encûmena Wezîran a Kurdistanê ya di Rûdawê
da, gerîlayên PKKê êrîşî hêzên pêşmerge kirine û di nabêna wan da şer
derketiye. Di şer da 3 pêşmerge birîndar bûne û ji pêşmergeyên birîndar yek di
nexweşxaneyê da mirîye.
Malwêraniyeke ji viya mezintir tuneye...
Ev ne tu rê ye, felaket e, îro ne roja gerîla û pêşmerge hevdu bikujin. Dibê ev
şer mezin be û PKK dev ji siyaseta xwe zorbatiyê berde.
Gerîla li dijî hêzên dagirker rahîştiye sîlehê, ne ji bo ku birayên xwe bikuje.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), piştî bûyerê beyanek daye, gotiye , “hêzên
dagirker hewl didin di nav kurdan da berberiyê zêdetir bikin û ji xwe ra rêya
dagirkirinê rewa û ferz bikin.”
Heger meriv ne zilamê hêzên dagirker be kes nikane meriv bera hev bide.
Helbet dijminên me dixwazin kurd bi hev kevin û hevdu bikujin. Li heger
partiyên kurd, serokên kurd saxlem bin, netewî bin bi hev nakevin, hevdu
nakujin. Meriv ne zilamê dijmin be, dijmin nikane tu jahrê belav bike.
Ji kurdan kî devê tivinga xwe bide birayê xwe ew hevalê hêzên dagirker e.
Şehîdkirina pêşmergeyekî ji bi PKKê û gerîla ne serbilindî û şerf e. Herdu alî
jî dibê sakîn bin û biaqil û netewî herket bikin.
PKK û medyaya girêdayî wê ev demeke li defa şer dixe û bi zimanekî pir neyarane
êrîşî PDKê dike. Ev siyaseteke şaş e, ne li berjewendiya miletê kurd e,
malwêranî ye, birakujîye.
PKK dibê dev ji siyaseta xwe ya zorba berde û bi PDKê û bi hukûmeta Kurdistanê
ra gelşên xwe bi riya diyalogê û biratîyê çareser bike.
Dibê PKK guh bide daxwazên hukûmeta Kurdistanê û serî li zorbatiyê nede. Dawiya
berberiyê, êrîşkariyê şer e, malwêranîye.
Hêvî dikim şer mezin nebe û em kêfa neyaran bi xwe neynin. ..
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar