20 juni 2020

Xura serî



Leşker avêtibû ser gundekî, peyayên gund giş li meydanekê topkiribûn. Qumandarê leşkeran emir da, got bira her kes destên xwe bilind bikin.
Her kesî ji mecbûrî destên xwe bilind kir. Piştî bîstekê serê sofî xuriya. Sofî destê xwe hêdîka bir serê xwe û serê xwe xurand.

Qumandar gelkî aciz bû û bi Sofî da qeherî, got:
-Min ji we ra gotibû tevnelivin. Te çima destê xwe bir ser serê xwe?
Sofî got:
-Min serê xe xurand.
Qumandar got:
-Tu derewan dikî. Bi wê hereketa xwe te em protesto kirin. Heger bi rastî serê te bixuriya te yê şaşika xu daniya û serê xwe buxiranda.
Sofî got:
-Biaqilê apê xwe, ma çaxa tu qûna xwe duxrînî, tu şal û derpiyê xwe ji xwe datînî ?


Mamê ûris
Di Şerê Cîhanê yê Yekem da leşkerên ûris Bedlîs jî dagir kiribûn. Pêxwasekî bajarî ji tirsa xwe di tertilîne û diçe xwe di bin kerekî şamê da vedişêre. Leşkerekî ûris wî di bin ker da dibîne û jê ra dibêje:
-Kuro ji bin wî kerî derkeve, tu li wir çi dikî?
Pêxwas ji bin ker derdikeve û ji leşker ra dibêje:
-Mamê ûris, ez ne benîadem im, ez dahişikê kerê me, ji xwe ra şîrê diya xwe dixwim.
Leşkerê ûris hêrs dibe, dibêje:
-Madem tu dahşik î, wê demê tu di bin kerê nêr da çi dikî?
Pêxwas dibêje:
-Mamê ûris, diya min miriye, ez bi bavê xwe ra digerim.

Qarne
Lawikê biçûk bi bez ket hundur û qarneya di destê xwe da dirêjî bavê xwe kir. Bavê hinekî çav li qarneyê gerand û dûra bi hêrs got:
-Wek ku te tiştekî baş kiribe, tu vê qarneya tije zeîf tînî nîşanî min didî. Kuro bêyî cimnastîkê dersên te giş xerab in. Ma qey tu her roj li dibistanê radiket?
Lêwik got:
-Bavo neqehere, ew ne ya min e, ya te ye. Min ew di nav kitêbên te da dît.

Temî û wesî
Hecî Elî li ber mirinê bû. Malbat û xizmên wî li dora wî civiyabûn. Carê çavên xwe weha li dora xwe gerand û bi dengekî gelkî hêdî û melûl got:
-Mercedes ewê ji Lezgîn ra be.
Jina wî tavilê gotina wî birrî:
-Wî, te Lezgîn ji ku derxist? Lezgîn ehliyeta wî tuneye!
Hecî temî wesiyên xwe dom kirin, got:
-Havîngeha me jî ewê ji Şêro ra be.
Jinikê dîsa gotina wî birrî û got:
-Tu zanî Şêro ji karê bexçe hez nake!
Hecî guh nadeyê, temî û wesiyên xwe dom kir:
-Xanî jî ewê ji Sosinê ra be.
Jinikê dîsa gotin di devê Sofî da birrî û got:
-Xanîyê Sosinê heye!
Hecî hew xwe ragirt, got:
-Devê xwe bigre caduya pîs, nuha yê dimre ez im ya tu yî?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar