20 juni 2020

Dibê meriv carnan bi ya îblîs bike



Wexta paliyan bû û mele ji xwe ra li zikatê digeriya. Li gundekî çû ser bênderekê. 

Lê ji şansê mele ra jinik û mêrik ketibûn gewriya hev û pevdiçinîn. 

Mêrik jî yekî bêexlaq, devpîs û xeberokî bû, gotinên ne xweş ji jinikê ra digot. 


Mele bîstekê pa, lê dît ku şerê wan naqede. Ji bo  ku zikata xwe zû bigre û here, rabû ket nabêna wan, li ber mêrik geriya û xwest wî hinekî nerm bike. Her cara ku mêrik êrîş dibir ser jinikê, mele diket nabênê, bi mêrik digirt û nedihîşt xwe bigihîne jinikê. Li ser vê  midaxela mele, mêrik qeherî, dev ji jinikê berda, îcar êrîş bir ser mele. Rahîşt sêwanekî tu dibê beşt, bi ser mele da hezand û got:

-Weleh îblîs ji min ra dibêje bi sêwanan bi vî teresî keve, li erdê bike çît û berde!

Mele ziravqetyayî bû, bi zimanekî liberger ji mêrik ra got:

-Tobe estaxfurellah, tobe estaxfurellah! Naletê li çavê îblîs bîne! Tu gunehkar bûyî. Ma mêrikê misilman cara bi ya îblîs dike? Tobe, tobe…

Mêrik xwe hinekî sist kir, sêwanê destê xwe danî û çû ber cêza genim û di ber xwe da got:

-Weleh îblîs ji min ra dibêje rabe têra mele bide ber vê cêzê û jê ra tije genim bike û bidê!

Li ser van gotinên mêrik, mele di cî da mizicî û got:

-Bi Xwedê dibê meriv carnan bi ya îblîs bike!



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar