Li şirnexê li ser şerê du zarokan, du malbat bi hev ketine, ji hev du kes kuştine û 12 jî birîndar kirine.
Kurd xurtê hev in, kes ji ber kesî danaxwe, kes peyveke kesî danaqultîne, ji bo şerê du zarokan, ji bo sîleyekê kanin deh mêran ji hev bikujin û bi salan neyartiya hev bikin.
Kurd xurtê hev in, kes ji ber kesî danaxwe, kes peyveke kesî danaqultîne, ji bo şerê du zarokan, ji bo sîleyekê kanin deh mêran ji hev bikujin û bi salan neyartiya hev bikin.
Yek gotineke tahl ji yekî ra bibêje, sîleyekê li yekî xe, yê din jê ra nahêle, miheqe heyfa xwe hiltîne. Dijminantiya nabêna malbatan bi salan dajo. Carnan bi sedan mêrî ji hev dikujin.
Lê li hemberî dewletê, zilamên dewletê ne wiha ne, kes zulma zilamên dewletê, qetla dikin ji xwe ra nake derd û heyfa xwe jê nagre.
Dijminatiya ji bo gotinekê, ji bo sîleyekê bi hev ra dikin, bi dewletê ra nakin, merivên dewletê çi bikin jî pê ra neyartiyê nakin, heyfa xwe jê nagrin.
Li Şirnexê du zarokan li kuçê şer kirine, şer mezin bûye, malbat bi sîlehan, bi ço û keviran tevî şer bûne. Du kes hatine kuştin, 12 kes jî birîndar bûne.
Şirnex wêran kirin, bi sedan keç û lawên şirnexî kuştin, kes bi dû heyfa xwe neket, kesî qatilek ceza nekir.
Ne li Şirnexê tenê, li her dera Kurdistanê bûyerên wiha hema hema her roj dibin, ji bona zarokan, ji bona tiştekî pir biçûk hevdu dikujin.
Ev kurdên ku li hemberî hev hewqasî xurt in û kes ji ber kesî danaxwe, kes heyfa xwe li ser kesî nahêle, yanî li hemberî hev tim şêr û piling in, li hember dijmin ji pisikan jî xerabtir in.
Yanî tirk çi zulmê li wan bikin jî
serê xwe diteswînin, tu carî bi dû heyfê nakevin. Mêraniya wan ne ji dewletê
ra, ji hev ra ye, gurên hev in.
Dijminên welatê wan dagir kirine zulmê li wan dikin, wan îşkence dikin, dikujin, cezayên giran didin wan, wan di hefs û zindanan da dirizînin, lê rojekê kes heyfa xwe ji van kesan nagrin, kes pûlisê îşkence lê kiriye, lawê wî, keça wî kuştiye, hakimê cezayê giran daye wî ceza nake, naçe heyfa xwe ji wan nagire.
Lê heger kurdek sîleyekê lêxe, heyfa xwe digre, wê sîleyê jê ra nahêle.
Yanî mêranî û egîdiya kurdan tenê ji hev ra ye, li hemberî dewletê, li hemberî dijmin pepûk in, tu carî heyfa xwe ji neyarê xwe yê tirk nagirin, zulma merivê dewletê tehamûl û qebûl dike.
Heger kurdan zulm û neheqiya merivê dewletê, mamûrê dewletê jî qebûl nekirana, ji wan jî heyfa xwe bigirtana, ewê jî hewqasî ne bêperwa bûna, pûlisê tirk ewê newêrîbûya hewqasî zulmê bike, hakimên tirk ewê newêrîbana bi hezaran kurd di zindanan da birizandana.
Navê Xwede xebera te ye. Em yek gotina hevdu nadaqurtinin, le bele ji neyaren xwe re ji gelek belangaz in. Xwede aqil bide ne. Mixabin nuçeyek pir bieş e.
SvaraRaderaJi kêmaqiliya me ye. Dibê em vê kultura malwêran biguherin.
SvaraRadera