08 juni 2020

Çi ji te ra !



Rojekê Xoce Nesredîn hêdî, hêdî diçû malê. Hevalekî wî dabû pê, deng lê kir, jê ra got:

-Xoce, te dît ew siniya peqlawê ya li ser serê lawikê nuha di ber te ra derbas bû, çi siniyeke mezin bû.

Xoce milê xwe hil kir û got:

-Ê çi ji min ra.

Hevalê wî keniya, got:


-Xoce, lê tiştê ez zanim siniya peqlawê diçû mala we.
Xoce bi hawakî nermik got:
-Ê wê çaxê çi ji te ra !

Xweşbînî
Mêrik yekî pir xweşbîn(optîmîst)bû, te xebera herî xerab jî bidayê, tim digot:
-Tişt nabe, kanîbû hîn jî xerabtir bibûya.
Hevalên wî şaş diman, ji hev ra digotin, “ev mêrik çawa kane li hember her xeberê hewqasî xweşbîn be? Divê em xebreke weha bidinê ku di ciyê xwe da matmayî bimîne û nikanibe vê xweşbîniyê nîşan bide”
Rabûn di nav xwe da derewek li hev anîn û çûn jê ra weha gotin.
-Ma te bihîst, do bi şev dema Siloyê me diçe mal, jina xwe di himêza yekî din da dibîne û ew jî hema şeşderba xwe dikşîne û herduyan jî di ser hev da dikuje.
Yê xweşbîn dîsa wek her tim got:
-Ev ne tişteke, kanîbû hîn xerabtir bibûya.
Hevalên wî matmayî man, gotin:
-Kuro, ma ji viya xerabtir hîn kane çi bibe?
Yê xweşbîn bêyî ku bizanibe tiştê jê ra dibêjin derew e, henek e, got:
-Wer nebêjin, şevek berê bihata mal yê mirî ewê ez bûma.

Ehlîyet
Kurdekî cilînî li Almanya li lampa sor nasekine, lêdixe û derbas dibe. Çima ji qeza qudretê ra pûlis wî nabînin. Bi pê dikevin û digrin. Pûlis jê ra dibêje:
-Ji kerema xwe ra ka ehliyeta xwe!
Yê cilînî ehlîyeta wî tuneye, ji pûlis ra dibêje:
-Ma we kînga da min ku hûn nuha jî ji min dixwazin?


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar