13 maj 2020

Tira li ber mirinê



Mêrik li ber mirinê bû û bêhemdî ba ji ber çû. Lawê wî soro-moro bû û ji bavê xwe ra got:
-Bavo, bira hinekî haya te ji te hebe, milet li dor te ye, şerm e!
Bavê got:
-Ma min çi kiriye ku şerm be?
Lêwik hêdîka got:
-Bavo, ba ji ber te diçe.
Bavê got:
-Lawo va ye ez diçim, êdî hew emê li ruyê hev binêrin. Bihêle berî mirinê qene ez ji xwe ra têr tirr û fisa bikim…

Ev cara pêşî ye
Yek biribûn ber sêpiyê, dikrin bi darda kirana. Kursiyek danîbûn ser maseyekê, ji bo ku mehkûm hilkişe ser û dûra jî ewê kursî ji bin nigên wî bikşîndana.
Mêrik hilnekişiya ser kursiyê, çû li ser kursiyê rûnişt. Celad, bi hêrs jê ra got:
-Rûmene, hilkişe ser kursiyê û ji pê bisekine.
Mêrik bi ken got:
-Heyran li qusûra min nenêre, ev cara pêşî ye min bi darda dikin. Lema jî ez baş bi usûla we nizanim.

Ardê xav
Jinik bala xwe didê kûcikê malê ketiye ser ardê wê yê di leganê da. Hema dihere radihêle sêwanekî û dixwaze li kûçik xe. Kûçik diewte, diranên xwe qîç dike û diherê, tu namîne rahîjê. Jinik ditirse, sêwanê xwe hêdîka bi kêleka xwe da ber dide û ji kûçik ra dibêje:
-Bavo bavo, tu çima bi min da diewtî, min ji te ra tiştekî xerab negotiye. Min tenê gotiye ard xav e, ewê dil û hinavê te biêşîne.

Mesele bû inyad
Yekî gundî di jiyana xwe da cara neçûbû mizgeftê û nimêja terawîhê nekiribû. Êvarekê dema di ber mizgefta gund ra derbas bû, mele ew da sekinandin û jê ra got:
-Wexta nimêjêye, tu bi ku da diçî?
Yê gundî fedî kir. Ji xwe ra got:
-Qey şansê min e! Hema ezê jî du rekatan bikim û dûra herim mal.
Û çû ket mizgeftê û dest bi nimêjê kir. Lê hişê wî wer li ser terşê wî bû. Lê nimêj nediqediya. Bala xwe dayê ewê pir bikşîne. Rabû derket der, çû nêzî malê û ban lawê xwe kir, jê ra got:
-Lawo here wî pezî bibe fêzê. Çimkî ya min û mele êdî bû mesela inyadê, hela mêzem kî diweste!

Bêhişî
Mêrik destê wî di newqê da, di nav xem û xeyalên kûr da dimeşiya. Vê yekê bala yekî kişand. Ew çû ku wî jî da dû. Çû li otoboza belediyê siwar hat, ew jî lê siwar bû. Mêrik daket, ew jî daket. Mêrik li dora nîv seetê meşiya, ew jî li pey meşiya. Dawiya dawî xwe ranegirt, baz da, çû riya wî birrî û jê pirsî, got:
-Heyran, ma tu dîn î, tu çi yî?
Mêrik bi rengekî matmayî got:
-Na.
-Ê qey tu nexweş î?
Mêrik dîsa got:
-Na. Ez ne nexweş im jî. Lê min fêm nekir tu ji bo çi van pirsan ji min dikî?
Mêrik got:
-Heyra ev seetek ez li te temaşe dikim, destê te wer di newqa te da û tu dimeşî.
Mêrik veciniqî, wek ji xew şiyar be. Li kêleka xwe nêrî û got:
-Wey li min bêhişo, çima tu nabê min zebeşê xwe xistiye!

Te hinek ajnê zanîbû
Du jinên sofî hebûn. Rojekê jinika biçûk ji sofî pirsî, got:
-Sofî, ez tiştekî ji te bipirsim, lê tu bi qedrê Xwedê dikî tu yê rast bibêjî, ma tu ji me kîjanê bêtir hez dikî?
Herdu xanim jî wek cendirman li rast û çepê sofî rûniştibûn. Sofî ma di orta xwelîl û celîl da, nexwest ya dilê xwe, lê jinikê dev jê berneda, jê ra got:
-Em bibêjin rojekê em herdu jî di çem wer bin û li ber fetisandinê bin, tu yê me kîjanê berê xelas bikî?
Sofî ketibû feqê, li xanima xwe ya mezin mêze kir, jê ra got:
-Xatûn, ma ne hinek ajnêberiya te hebû?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar