12 maj 2020

Nivîsîna bi zimanê xwe ne mezinahiyeke


Xort carnan pesnê zimanê min didin û ji min ra dibêjin “mamoste” zimanê te pir xweş e û tu zêde, zêde ji kurdî hez dikî.

Ez bawer nakim kes ji zimanê xwe, ji miletê xwe, ji welatê xwe, ji gund û bajarê xwe hez neke.

Dayika her kesî pê şîrîn e. Hezkirina ji zimanê xwe ne lutfeke, ne çêyî û mineteke. Her bizin li karikê xwe dibane.

Ez kurd im û ji zimanê xwe hez dikim.


Kurdê/kurda ji zimanê xwe hez neke pîs e, mirdar e, bêxîret e, ne tu meriv e.

Min çend caran gotiye, careke din bibêjim, ez ji gotina "mamoste" hez nakim û naxwazim kes ji min ra bibêje "mamoste" !

Heger nebêjin baş e, lê bibêjin jî naqeherim, li kesî naxim.

XXX
Tiştê li vê dinyayê li pey meriv ji meriv ra bimîne çêyî, qencî û berhem e, xebata ji bo azadiyê, ji bo kurd û Kurdistanê ye. Tiştên din giş, mal û milk, pere û serwet ne tu mîrat in.

Û tiştê herî xerab, bênamûsiya herî mezin jî hevalbendiya bi dijmin ra ye. Meriv nabe hevalê qatilê bavê û kalên xwe, dagirkerên welatê xwe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar