Beşê yekê min di 9ê mehê da belav kiribû. Ev beşê duyemîn e. Ez bawer dikim hîn du sê nivîsên din jî hene.
XXX
-Malwêrîn* bi xiltil e
avê di bin da xulexul e
bavê bûkê wek qertelekî pişt bi cil e
avê di bin da xulexul e
bavê bûkê wek qertelekî pişt bi cil e
*Malwêrîn navê gundê min e.
XXX
-Gîha heft guheramin çinî û kir cuhera
de wele bûk û zava bi çaxa hev ra
XXX
-Porê hevala min sor e, şuştina xelkê jor e
porê hevala min reş e
şuştina dayikê çiqas xweş e
XXX
-Kozika bavê bûkê sor û zer ebûkê megrî zava ker e
XXX
-Koçek tê wer direvîde min dî dismalek wer jê dikevî
de ez vê dismal bîn dikim
bîna xelkê xerîb gelkî jê didefî
XXX
-De min dî koçek tê wer dikoçîne
zeyak li dawiya koçê dimîne
bala xwe didimê, va xerîba keçika xwe dimijîne
zeyak li dawiya koçê dimîne
bala xwe didimê, va xerîba keçika xwe dimijîne
XXX
-De min go qurba xerîbî wergî cetin ekerasekî tengî wergî hesin e
de min go bira xelkê xerîb li xwe ke
li diyarê welatê Çûva bira kes xwe nepesine e.
XXX
-Xerîba li riya avê
Qamîş bilind bûye daye navê
Dîndariya xweying û bira xweş e ji tamê dê û bavê
Qamîş bilind bûye daye navê
Dîndariya xweying û bira xweş e ji tamê dê û bavê
XXX
-Suwaro tu suwarê dundulê
tu bajo ber şetê Mûsilê
tu yê rojekê ji rojên çele, bi roj bi û li dayika xwe hilê.
Suwaro suwaran girtî ser te
çavê nîşanê, milê mertalê xistî ber te
XXX
tu bajo ber şetê Mûsilê
tu yê rojekê ji rojên çele, bi roj bi û li dayika xwe hilê.
Suwaro suwaran girtî ser te
çavê nîşanê, milê mertalê xistî ber te
XXX
-Li hîba heta hîba
nexşê hûr î, dor heqîba
di ser Cemîlê ra em jinên xwe nadin xerîba
nexşê hûr î, dor heqîba
di ser Cemîlê ra em jinên xwe nadin xerîba
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar