Ji me kesên bi kurdî dinivîsin di dibistanan da fêrî zimên, rastnivîsê,
îmla û gramerê nebûye. Her kes bi xîret û hewildanên xwe yên şexsî fêrî xwendin û nivîsandina kurdî bûye.
Lema jî di warê rastnivîsê da kesê bêkêmasî tuneye, her kes di rastnivîsê da hin kêmasî û şaşiyan dike; yên hinekan zêdeye, yên hinekan kêm e. Ev jî normal e.
Ji ber ku dewleta me tuneye, ji ber ku wezareketeke me ya perwerdê tuneye û em zimanê xwe di dibistan û zanîngehan da fêr nabin standardeke zimanê me tuneye, yanî zimanê me jî wek yê xelkê baş ne bi rêk û pêk e, baş standardîze nebûye.
Erê hin pêşniyar û hewildanên hin kesan hene, lê belê ev jî
sedîsed ne mikemel in û haya her kesî ji wan tuneye, her kes wan qaîdeyan baş
nizane.
Meriv îmla û gramera, rastnivîsa zimanekî di dibistanan da fêr nebe, bi fêrbûnên ji vir û ji wir baş fêr nabe.
Piştî ku rewş û realîteya me ev e, di medyaya sosyal da dema meriv rastî kêmasiyeke, şaşiyeke yekî hat, dibê normal bibîne, wek pisikan hema xwe çindî ser ruyê wî neke û morale wî însanî xera neke.
Gelek kes bi nivîsên di medya sisyal da dixwazin hêdî hêdî zimanê xwe fêr bibin, ev hewildaneke baş e, dibê meriv wan kesan teşwîq bike, destegê û moral bide wan, ne ku bi rexneyên xwe wan qudûmşikestî û ji nivîsandina kurdî sar bike.
Gava ez di medyaya sosyal rastî tiştekî wiha têm, gava dibînim yekî şaş nivîsîye, gava bixwazim, bi piranî jê ra şexsî dinivîsim, dibêjim tu wiha bikî rasttir e.
Tiştên wiha heta ji min tê eşkere rexne nakim, şexsî pêşniyar dikim û moral didimê. Heta nuha min bi sedan nivîsên kesên ez qet wan nas nakim rast kiriye.
Ez çend caran ketim minaqeşeyên eşkere, min ji feydeyê bêtir zirar jê dît. Lema êdî kêm caran eşkere pêşniyar dikim û heger bikim jî bi zimanekî maqûl dibêjim. Ne ku moralê însanan xera bikim.
Du nivîskar hene ez ji zimanê wan fêm nakim, pir şaşomaşo dinivîsin, sentaksa kurmancî baş nizanin lema jî ji zimanê wan nayê fêmkirin.
Lê ez îşê xwe jê naynim. Heger rojekê hewce bibînim tiştekî bibêjim, ezê ji wan ra prîvat binivîsim, wenî baştir e.
Lê hinê caran dibînim hin kes ji dêlî wiha bikin, bi şiroveyên xwe yên di binê nivîsê da morale wî kesî xera dikin, ji feydeyê bêtir, zirarê didin kesê bi kurdî nivîsîye û dixwaze kurdî fêr bibe.
Dibê meriv wiha neke, bi pêşniyar û rexneyên xwe moralê însanan xera neke. Ji dêlî rexneya vekirî û bi zirar, şexsî pêşniyar bike.
Û di rexne û pêşniyarên vekirî da jî dibê meriv zêde pozbilindiyê û quretiyê neke, xelkê nezan û cahil û xwe jî wek alem-î cîhan nîşan nede.
Dibê meriv di rexne û pêşniyara xwe da mutewazî û maqûl be û însanan teşwîqî nivîsîna kurdî bike.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar