Fuzûlî, Nabî û Nefî kurd bûn, lê nexwestin bibin şairên kurd; xwestin bibin şairên tirkî û tirk û lema jî ne bi kurdî, bi tirkî nivîsîn û bûn şairên zimanê tirkî yên mezin, yên gelkî bi nav û deng.
Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî jî kurd bûn, lê nexwestin bibin şair û nivîskarên tirk, xwestin bibin nivîskar û şairên kurd.
Lema jî ne bi tirkî, bi kurdî nivîsîn û bûn nivîskar û şairên kurd.
Numûneyên wiha pir in, lê ne hewceye meriv zêde dirêj bike.
Fuzûli: 1483-1556
|
Îro jî wiha ye, yên di dixwazin bibin şair û nivîskarên tirk, bi tirkî dinivîsin û dibin şair û nivîskarên tirk û zimanê tirkî.
Nefî: 1572-1635 |
Û yên dixwazin bibin şair û nivîkarên kurd jî bi kurdî dinivîsin û dibin şair û nivîkarên kurd.
Nabî: 1642-1712 |
Melayê Cizîrî: 1570-1640 |
Hunermend û siysetmedar jî wiha ne, yên bixwazin dibin hunermed û siyasetmedarên tirkî, yên bixwazin dibin yên kurdî.
Yên ji tirkî hez dikin ji tirkî ra xizmetê dikin û yên ji kurdî hez dikin jî ji kurdî ra xizmetê dikin.
1651-1707 |
Yên bixwazin bi zarokên xwe ra bi tirkî bipeyivin, bi tirkî dipeyivin û gedên xwe asîmîle dikin û yên bixwazin bi kurdî bipeyivin, bi kurdî dipeyivin û zarokên xwe ji asîmîlasyonê xelas dikin.
Yanî kî bixwze bibe çi wiya dike û di netîceyê da jî dibe ew tişt…
2019-06-29
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar