09 juni 2019

Me îro xatir ji dayika xwe xwest !



Îro  me şîna dayika xwe li Stockholmê danî û bi çend nas, dost û hevalan ra cara dawî xatir jê xwest.

Dil dixwest ez li Diyarbekrê bûma, lê nebû. Min li xerîbiyê şîna wê kir…

Dost û hevalên çê wek şûrê Şamê ne, wek zêrê zer in, di rojên giran da ji meriv ra lazim dibin.


Havalên min îro mil dan ber şîna dayika min, ne ew bûna min nikanîbû ev organîze bikira.

Lema jî mala Mumtaz Aydin û Leyla Aydin, Mahmûd Lewendî û Muzeyen Lewendî, Wîldan Saîm Tanrikulu û Şukran Tanrikulu, Abîd Dundar û Mîne Dundar, Rojvan Yeşîl û Hulya Yeşîl, Qudbedîn Aliş û Perwîn Aliş, Cemal Bakaç û Perîxan Bakaç xanimê ava be. 

Van hevalên min navên wan li jor zikir kirin nehîştin ez û zarokên xwe destên xwe di ava sar û germ da kin, hemû barê şîna dayika min girtin ser milên xwe û xwe û di ber me da gelkî westandin.

Ez li ser navê xwe û navê malbata xwe çiqasî minetdar û spasdarê van havalan û bi taybetî jî van xaniman bim hindik e.

Ez vê alîkarî û çêyiya we qet ji bîr nakim. 

Bi rastî jî we xwe di ber me da pir westand, we nehîşt tu kêmasî û tu qusûr çê bibe, her tişt bêqusûr bû.

Hûn her hebin, mala we hezar carî ava be….

-Havalên baş wek stêrkan in, di tarîtiyê da derdikevin ortê…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar