11 juni 2019

Kes bi miriyan ra nakeve gorrê


Di ser wefata dayika min ra 6 roj derbas bûn. Me li Diyarbekrê û li Stockholmê şîna wê çê kir. 

Him li Diyarbekrê û him jî li Stockholmê gelek nas û dost û heval hatin şîn û er serxweşiya me.
 
Yên nikanîbûn werin telefon kirin, mesaj şandin...


Û hinek nas û dostan jî hewce nedîtin ne bi nivîskî, ne bi telefonê û ne jî şexsî serxweşiyê li me bikin.

Dibe ku hinek pê nehesiyan û hinekan jî nexestin…  

Di şînê da gelek dost û heval di ber me da westiyan. Ez yek bi yek spasî hemûyan dikim.

Bi minasebetên wiha meriv hev û du, dost û hevalên xwe yên rastîn nas dike, hin tiştên nuh fêr dibe. 

Ew jî tiştekî baş e.

Ez careke din sipasî hemû dost û hevalên hatin û nehatin şîna me, bi telefon û bi mesajên xwe serxweşî dan me dikim.
Kes bi miriyan ra nakev gorrê, jiyan berdewam e.. 

Li alî din wefata dêya min rûtîna min ya rojane jî guhert. 

Berê min her sibe dîlokek, heyranokek û pêkenînek dinivîsî û dû ra jî nivîsên din. 

Lê ji 5ê mehê û vir da ye min tiştek nenivîsî ye. Ez dikim nakim, ez nikanim werim ser wezna xwe ya berê. 

Îro ezê hinek antraman bikim, belkî ez bikanibim tiştinan binivîsim.

Heta nuha birayê min Metîn li vir bû, ew jî vê sibê vegeriya Almanyayê. 

Nuha dîsa hundur xalî ye, ez kanim wexta xwe bidim xwendin û nivîsandinê.

De hela ka ez binêrim, ji destê min çi tiştê baş were ezê bikim…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar