Min romana Helîm Yûsif
”Wehşê Di Hundurê Min De” şevê çûnî qedand.
Çendakî berê gava gihîştibû destê min, min gotibû ezê di nava rojekê, du rojan da biqedînim, lê di wê nabênê da hin tiştên ne di hesêb da derletin û 40 rûpelên mabûn min neqedandibû û dû ra jî min ji bîr kir. Şevê çûnî roman bi ber çavê min ket û min qedand.
Ne wek analîzekê, lê bi kurtî, pir kin dixwazim naveroka wê bidim nasîn.
Di ”Wehşê Di hundurê Min De” her çiqas cî û mekan ne diyar be jî, lê nivîskar qala Sûriyê û rejîma Esed dike. Qala dema Esed û dema lawê wî Beşar Esed û şerê Sûriyê û wehşeta hêzên îslamî dike.
Destpêkê tenê wehşên serokê mezin hene, her kes ji wan wehşan ditirse.
Dû ra bi demê ra hin wehşên bi quloç peyda dibin û bi mirina serokê mezin û hukumdariya lawê wî, wehşên heta wê demê di binê erdê da derdikevin û bûn hêdî hêdî zêde dibin.
Wehş însanan digrin, davêjin zindanan û bi salan bêyî ku kes bizanibe di kîjan zîndanê da ne însan girtî dimînin.
Hinek qet dernakevin û hinek jî piştî kal û seqet û nîvmerî dibin derdikevin û li der dimrin.
Piştî demekê di nabêna wehşên rejîmî û wehşên nuh da şer dest pê dike û wehş êdî wahşetên dûrî aqilan dikin.
Qehremenanê romanê Salar, mamostê wî Alan û keça Mamoste Alan Meryem e.
Berê mamoste Alan ji alî wehşên rejîmê ve tê girtin û bi salan kes nizane sax e ya mirî ye.
Dûra Salar ji ber kitêba xwe ya bi navê ”Bav û Kur” tê girtin, lê ji ber kitêb ne bi navê wî yê rastî ye nikanin li ser îspat bikin û ew jî nivîskariya kitêbê qebûl nake.
Piştî 10 sal hefs, gava Salar ji zindanê derdikve diya wî nexweşe, zimaê wê nagere û piştî demeke kin dimre.
Meryema dildara Salar mêr kiriye û koçî Almanyayê kiriye.
Ne wehşên berê û yên nuh tenê, hevalên wî, heta bi gihîje dê û bavê wî û hemû merivên bajêr jî li ber çavên Salar dikevin kerasê wehşan, wek wehşan xuya dikin.
Dema Salar zarok bû welat ne welatê wehşan bû, lê nuha welat bi tevayî bûye welatê wehşan û wehş serên hev jê dikin û hev û du dixwin.
Di rastiyê da hemû welatên musilmanan ji alî wehşan ve tên îdarekirin û dû ra hemû civat jî dibe wehş û goştê canên hev dixwin. Tenê rêyek li ber yê dixwaze nebe wehş ya jî ji alî wehşan ve nayê xwarin dibîne, ew jî reva Ewrûpayê ye.
Lê ji ber ku bi milyonan wehş jî reviyane Ewrûpayê û roj bi roj li wir jî pir dibin, li Ewrûpayê jî dest bi wehşeta xwe kirine.
Wehşan çawa welatên xwe kirin mezbexane, nuha jî dora Ewrûpayê ye, heger ewrûpî rê li ber koça wehşan negerin ewê Ewrûpayê jî bişibînin welatên xwe.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar