Li ser asîmîlasyona kurdên Kurdistana Bakur ne hewceye em
zêde dirêj bikin, galgalên zêde bela sebeb e, dijmin dixwaze kurdan bike tirk û
ji bo vê jî her rê yê, her metodê û zorbatiyê bi kar tîne.
Yanî em nêta dijminê
xwe baş zanin.
Ya muhîm tiştê em bikin çi ye?
Bi baweriya min tiştê em bikin pir vekirî û basît e: dibê em
bi zarokên xwe ra, bi hev ra bi kurdî bipeyivin û bi kurdî binivîsin.
Dibê hemû dan û stendinên me, civînên me, medya me ne bi tirkî, bi kurdî be. Kesên bi kurdî nizanin nekin berpirs, siyasetmedar û serokên xwe.
Bi vê yekê helbet em nikanin sedîsed rê li ber asîmîlasyonê
bigrin. Lê jimareke biçûk be jî bi vê rêyê em kanin kurdî (zazakî, kurmancî) ji
nifşekî derbasî nifşekî din bikin.
Em zanin gava zarokên miletekî bi zimanê xwe mezin nebin ew
ziman mahkûmî mirinê ye.
Lema jî dibê em bi zarokên xwe ra bi kurdî bipeyivin, wan bi
kurdî mezin bikin. Wek dê û bavên me, em bi kurdî mezin kirin, gerek em jî wan
bi kurdî mezin bikin.
Heger dê û bavên me bi me ra bi kurdî nepeyivîyana nuha me ev ziman nizanîbû. Em ji dû û bavên xwe fêr bûn, dibê zarokên me jî ji me fêr bibin.
Heger em wiha nekin, yanî em bi zarokên xwe ra û bi hev ra
bi kurdî nepeyivin û zimanê xwe yê rojane, siyasî û edebî nekin kurdî, kurdî
mahkûmê mirinê ye, tiştê hat serê lazan û qewmên din ewê were serê me jî.
Çendakî berê berpirsiyarekî PAKê fikir û pêşniyarên min ên
li hemberî asîmîlasyonê ji min pirsî, got meriv kane çi bike?
Min bi kurtî got, dibê meriv di dan û stendinên xwe da, di civîn û sohbetên xwe da ne bi tirkî, bi kurdî bipeyive û bi kurdî binivîse, bi zarokên xwe ra bi kurdî bipeyive.
Yên bi kurdî nizanin fêr bibin.
Lê ji bo ku meriv ji xelkê ra bibêje bi kurdî bipeyivin, bi
zarokên xwe ra bi kurdî bipeyivin, dibê meriv berê bike. Dibê partiyên kurd,
siyasetmedarên kurd, ronakbîrên kurd ji xelkê ra bibin numûne.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar