Kêfa min gelkî ji vê diyaloga Turgenyev ra hat. Yê parsek jî
merivekî pir zana û alim bûye, gotiye ya muhîm ne pere ye, dil e, dilekî pak e.
Te ji min ra got "birayê min" !
Rojeke zivistana St. Petersburgê ya sar û serma bû, çûk li
hewa diqefilî. Nivîskarê bi nav û deng Turgenyev diçû mala xwe. Bi rê da
parsekekî destê xwe li ber vegirt û sedeqeyek jê xwest.
Turgenyev sekinî, destê xwe xist hemû bêrîkên xwe lê ji şansê xerab yê parsek ra di bêrîkên wî da pere tunebû. Bi destê parsek li ber wî vegirtibû girt û bi şermezarî jê ra got:
“Birayê minê ezîz, min efû bike, tiştekî minê ez bidim te tuneye.”
Yê parsek lê vegerand û bi dilovaniyeke mezin ji Turgenyev ra got:
“Te da min begê min. Te ji min ra got birayê min…”
Û ji hin romanên Turgenyev çend numûn xweû.
"Şexsiyet, begê min, ya herî girîng ev e. Şexsiyeta meriv
dibê wek zinarekî saxlem be. Çimkî her tişt li ser wê ava dibe. "
Bav û Zarok. Rûpel 61.
"Evîn, evîn tu çiqasî bi hêz î ! Kane bi rehetî efû bike, tahamul
dike. A evîn ev e, dibê ev be."
Evîna Pêşî. Rûpel 121
Evîna Pêşî. Rûpel 121
"Demek wiha tê
vegere ji hin rêyan,
uzrên hin xetayan,
maneya hin însanan namîne."
vegere ji hin rêyan,
uzrên hin xetayan,
maneya hin însanan namîne."
"Mirin henekeke kevn e, lê belê bi her kesî wiha tê tiştekî
nuh e."
Bav û zarok
Bav û zarok
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar