05 januari 2018

Xwezî her mîvan bi diyarîyên wiha bihata

Salihê Kevirbirî û mazûbanê xwe Yosef Azad Erdem îro bi sê(3) diyariyên pir xweş û hêja ra hatin ziyareta min. Me li rojavayê Stockholmê li taxa Kîstayê bi hev ra qahweyek tahl vexwar û bîstekê sohbet kir.

Salihê Kevirbirî camêr romana Hinara Dawî ya Dinyayê ya Bextîyar Elî, tizbîyeke bi şirik û nîv kîlo qahwa Mehmet Efendî ji Stenbolê heta Stockholmê daye destê xwe û ji min ra anîye.

Nuha qahwa min li ber min e û ez van rêzan dinivîsînim. Ji xwe qahma min kurdî qedîya bû. Wa ye jî hat. Û tizbî jî, ez nexweşê tizbîya me. Koleksîyona min ya tizbîya tuneye lê gelek tizbiyên min hene û kî yekê bide min jî nabêjim na. Wa ye bi xêra Salih tizbiyek din li tizbîyên min zêde bû. Ew jî ne xerab e.

Salihê Kevirbirî bi van diyariyên xwe ji mîvanên din ra jî bû numûneyek baş. Dibê hemû mîvan wiha wek Salihê Kevirbirî bi kitêb û bi diyarî werin, kes destvala nayê… Bi taybetî jî kitêb û tizbî li ber dilê min diyariyên pir maqûl in; dibê haya we jê hebe…

Ezê îşev dest bi xwendina Hinara Dawî ya Dinyayê bikim. Min bi rê da hinek jê xwend. Destpêk pir xweş e, wek mîqnatîzê meriv dikşîne.

Ji bo romanê û diyariyên din ez gelkî spasî Salihê Kevirbirî dikim. Çi di dilê wî da hebe hêvî dikim bibe qismetê wî…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar