Ji mûriyê(gêre) pirsîne, gotine:
- Ma tu wiha bi ku da diçî?
Mûriyê gotiye:
-Ez diçim hecê…
Gotine:
-Bi vê meşê tu nikanî bigihîjî hecê, Hec pir dûr e…
Mûriyê gotiye:
-Ê ez negihîjimê jî bi kêmanî ezê di riya wê da bimrim.
Ez jî ji hemû kesên xayin, xefiroş, bêbizav û Tirkiyeparêz ra dibêjim, dîtina Kurdistana serbixwe nebe nesîbê min jî, bi kêmanê ezê di riya wê da bimrim. Ev jî ji bo min û zarokên min şerefek mezin e. Qenekê kesê nebêje Zinarê Xamo merivekî kuşpene û qelp derket, di nîvê rê da teqle avêt û bû tenekeyekî vala…
Dîtina Kurdistana serbixwe mimkûn be, ne mimkûn be, ezê tu crî bêhêvî nebim û dev ji vê micadelê bernedim û nebim kokimekî bêzirar. Ezê tu carî bindestiya tirkan qebûl nekim û li hemberî vê koletîyê bêdeng nemînim. Di rêya azadî û serxwebûnê da ezê tu carî xwe pîs û bêşeref nekim, tu carî nebêjim ez westiyam, ji min hewqas …

XXX
Satilmiş dîlbazê tirk her roj çûye li qahwexaneya yekî kurd
rûniştiye û çayek vexwariye. Lê her car jî xwestiye heqê çaya xwe nede û here. Heta ji xwediyê çayxaneyê
sîleyek bi tîn nexwariye heqê çayê xwe nedaye.Carek, du car, sê car, rojekê xwediyê qahwê jê ra gotiye:
-Law Satilmiş, madem ku tu yê perê xwe bidî, wê demê çima tu her roj sîleyekê dixwî? Bê teşxele, bê lêdan, bi rehetî heqê çaya xwe bide çêtir e.
Satilmiş bi avirekî tûj gotiye:
-Gava ez bi rehetî bidim, wê demê mêranîya min li ku dimîne?
Tirk tu carî bi rehetî heqê kesî nade.
Şerê me û tirkan jî çi heyf eynî dişibe vê mesela Şatilmiş, tirk tu carî bi rehetî heqê me nadin, dibê zorê bibînin, mecbûr bibin. Heta “zorê” nebînin nayên rê...
Helbet ne tirk tenê, ereb jî û faris jî eynî jahr in, ew jî heta mecbûr nebin ewê mafê kurdan qebûl nekin. Û ji bo em kanibin van zaliman bînin rê dibê yekîtiya me hebe û em xurt bin.
Û ya din jî dibê em alîkarî û piştgiriyê dinayê bigrin. Em bi tenê nikanin zora van dewletên ceberûd û faşîst bibin.
Lema jî me ra yektîyeke netewî û alîkariya dewletên mezin lazim e.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar