04 januari 2018

Wezîr emir da: Li dera we dît nigê wî bişkînin û têxin hustuyê min

Wezîrê Karên Hundur yê Tirkiyê Suleyman Soylu ji polîsan ra gotiye:

”Gava we li derdora dibistanan narkotîkfiroşek dît nigê wî bişkînin(yanî bikujin). Şikandina nigê wî narkotîkfiroşî wezîfeya polîs e. Li dera we dît nigê wî bişkînin û sûc têxin hustuyê min…”

Ev beyan serbestkirina xelkê siwîl e. Wezîrê dewletê, yê dibê qanûn bi cîbike ji polîsên dewletê ra dibêje gava we dît yek narkotîkayê difroşe bikujin. Hûn bikujin ez berpirsiyar im
Welatê zereya demokrasîyê, edaletê, qanûnan lê hebe wezîrek nikane ji hêzên ewlekariyê ra bibêje sûcdaran bikujin û sûc têxin hustuyê min. Dixwaze bira yê sûcdar narkotîkforoş be, ya jî qatil be.

Ev beyana Suleyman Soylu nîşan dide Tirkiye êdî ne dewleteke bi qanûnan îdare dibe. Li Tirkiyê îro qanûn manûn tuneye, dewlet ketiye destê hin merivên zorba, zalim û qanûnnenas û dilê wan çawa bixwaze wer dikin. Heta wezîreke eşkere kane emrê kuştina însanan bide hêzên ewlekariyê…

XXX

Meriv hîn nizane ewê heta ku here û li ku bisekine, lê hêvî dikim ev serîhildana gel li Îranê îcar destpêka hilweşîna rejîma îslamîstên zalim û faşîst e.

Dibê ev rejîma qatil û terorîst hilweşe, ji ortê rabe û hemû mele werin cezakirin.

Heta ev rejîma îslamî ya terorîst têkneçe li herêmê aramî ji kesî ra tuneye.

Li herêmê Îran û Tirkiye çavkaniya hemû fêsadî û xerabiyan in, Dibê ev herdu rejîmên faşîst birûxin.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar