Jineka bi navê Rojda Yashik ev komentera jêr kir:
Rojda
Yashik Bersîva van pirsan pir kûr û dirêj e loma jî naxwazim hema çend
sedemên klişe bidim derbas bim. Heya ku bi berfirehí rewşa heyî neyê têgihîn,
hemû gotinê nivcî û kêm bin. Lê belè, kesên zayenda wan jin û bi kurmancî
blogan dinvîsin jî henin. Gorî rewşa heyî kêmtiya wan na, hebûna wan balkêş e.
Ev jî bersîva min e:
Ev jî bersîva min e:
Zinarê
Xamo: Rojda xanim, hebûna blogerên jin helbet baş e û min gelkî kêfxweş
jî dike. Lê xwezî te çend sebebên kêmbûna wan gotiba. Bi negotinê, bi
veşartinê, bi minaqaşenekirinê gelş ji ortê ranbe, jimara wan zêde nabe.
Rojda Yashikê do(2/1-18)bi messengerê lînka bloga xwe(Jiyalê pirê) ji min ra şand, xwest ez nivîsa ”Xwişka Shakspear û Fatika Kurdan
bixwînim.
Min nivîs xwend.
Di dawiya nivîsê da bêyî navê min bide li ser wê nivîsa min ya bi sernivîsa ”çima blogerên jin ji mêran kêmtir in?” wiha gotibû:

”Wê rojê dîsa, Kurdekî pirsî bû; gelo çima blogerin jin yên
bi Kurdî/kurmancî dinvîsin nîn in? Min kir ku ez bersîvekî bidim wî lê dîsa
biryareka min hate ji bîra min; çu carî pirsgirêka Kurdan ji tirk, ereb û
farisan re, pirsgirêka jinan jî bi mêran/parazvanên çanda mêran ve nîqaş neke!
Lê belê, heke gotineka te hebe -eja çawa nîn be- yek bi yek û rasterast rave
bike ku bê femkirin. Ji bona ku gotin kêrî bên divê pêşîyê armanca têgihîştinê
hebe û heya ku derd, kul kesera mirovan nîn be ew çu carî naxwazin têbigihêjin.
Dibe ku ev hevokan rojekê bigîhijin yeka/î hewceya wê/wî bi têgihîştinê
heye...”
Piştî min ev rêzên jor xwend di nava min û Rojda Yashik xanimê da ev da sohbeta jêr çê bû:
Zinarê Xamo:
Merheba Rojda Yashîk xanim!
Min ”Xwişka Shakespear û Fatika kurdan” û nivîsên te yên din xwedin. Qelema te xurt e, tu pir xweş dinivîsînî.
Wek her kesî çavên te jî dudune lê belê tu ji gleke kesan baştir dibînî.
Gelek tiştên, gelek gelşên, neheqiyên kes nabîne tu dibînî. Kêfa min ji van çavdêriyên te ra hat.
Lê şêleke te jî min neeciband.
Te gotiye, ”çu carî pirsgirêka Kurdan ji tirk, ereb û farisan re, pirsgirêka jinan jî bi mêran/parazvanên çanda mêran ve nîqaş neke!”
Yek, ji ber ew kesên, grûbên tu qala wan dikî sekter, serhişk û fundamntalîst in dibê meriv teslêmî wan nebe, gerek neriv bi wan ra jî minaqaşe bike.
Ya duyem, ez ne ”parêzvana çanda mêra me.”
Tu çawa gihîştî vê baweriyê?
Te ji kîjan gotin û nivîsa min ev netîce derxist?
Ez dixwazim di her warî da jinan jî bi qasî mêran bibînim.
Lê ez dibînim nivîskar, şair û blogerên jin ji mêran kêmtir in.
Helebet di vî warî da hin fikirên min hene. Lê min xwest fikrê xwendevanan jî bizanibim.
Heger di vî warî da fikreke te heye, dibê tu jî wek Virginia Woolfê sebebê wê bibêjî.
Û him jî ne bi vî rengî, vekirî, di binê nivîsa min da bibêjî.
Ne ku tu bi rengekî sergirtî bibêjî, ”Wê rojê Kurdekî pirsî bû çima blogerên jin yên bi kurmancî dinvîsin hindik in”, raya xwe, fikrê xwe vekirî bibêje, navê min bibêje, çavkaniyê nîşan bide.

Rojda Yashik:
Silav Birêz, min teze ev peyama te xwend, ez naxwazim kin û kurt bersîvekê bidim lê niha ber destê min pir qerelbalix e. Ez lêborîna xwe dizxazim bo vê lê ez ê çend saeten şunda bersîvekê binvîsim. Spas dikim ji bona bala te û van gotinên te yên hêja.
Zinarê Xamo:
Rojda xanim, Min heta nuha li rûpela facebooka te nenêrîbû. Min nuh hinekî bala xwe dayê.
Bi qasî min dît zimanê face te bi tirkî ye.
Bêyî çend tiştên biçûk hemû nivîs bi tirkî ne.
Madem kurmancîya te hewqasî baş e, facebooka te çima bi tirkî ye?
Madem tu hewqasî xemxura azadiya jinan î, çima tu bi vê zanîn, huner û zimanê xwe yê şîrîn ji bo wan nabî numûne?
Tu him zanî wek kurd dibê meriv bi kurdî binivîse, ya rast ev e, ji ber xwendevanên te yên keç bi tirkî dipeyivîn tu pê diqeherî, lê zimanê facebooka te bi tirkî ye.
Bi dîtina min ev jî şaş e.
Ez dixwazim tu bersîva vê pirsa min, vê rexneya min jî bidî…
Silav û hurmet

Silav Birêz Xamo, nav civaka Kurdan ya bakûrê Kurdistanê û çepgirên vê derê de pirsgirêkên neteweyî, çînî, çanda mêrana destdirêjîyê, pederşahî wekî kêmasîyên nezantîyê, cahiltîyê, hevdu nasnekirinê hwd tên dîtin. Lê belê min hê ji salên zaroktiya xwe pê de dît ku sedemên van pirsgirêkan ev yek nîn in. Yanê ne ku ji bona Tirk, Kurdan nas nakin, an jî haya wan ji derd kesera Kurdan nîn e, gelek caran zêdepariya Kurdan çêtir dizanin van yekan, lê belê gorî berjewendîyên xwe wekî serdestên Kurdan, çavên xwe digrin. Wekî vê mêr (parezvanên çanda mêran bin an jî na, ferq nake) di kûraniya dilê xwe de baş dizanin ku di vê civakê de, li ser rûyê vê dinyayê jintî her tim dibe bela serê jinan, jin neçar dibin ku ji her xweşîyê kêmtir para xwe bigrin, heke miroveka bi bedena jinê ve hatibe dinyayê bi aliyê zayendîtiyê ve hîç xwe wekî jin hîs neke jî, bedela wê bedena xwe wekî tacîz, destdirêjî, nêrînên pîs, gilî gotinên beredayî dide. Lewma jî, ez çu carî pirsgirêka Kurdan ji dijminên Kurdan re nîqaş nakim. Hemû hêz û xîreta xwe ji bona îfşakirin û dijberî wan şer kirinê bi kar tînim. Wekî wê, çu caran ji mêran re qala pirsgirêkên jinan nakim, hemû fikr û nêrînên xwe ji bona guhertin û bihêztirkirina xwedîyên wan ders û kulan bi kar tînim.
Ma cenabê te hîç ditîye ku kuştî li ber kujerê xwe digere, karker heke pirsgirêkên xwe yên aborî ji patronên xwe re rave bikin gelo patron ewê serweta xwe bi wan re parve bikin?
Dixwazım cardin, rasterast bibêjim ku; ev mijareka takekesî nîn e. Ez ne cenabê te nas dikim, ne jî haya min ji fikr û ramana te heye.
Jixwe lewma jî, gava min di vê blogê de çend hevok di derheqa vê mijarê de kirin min nexwest ez navê we bidim.
Yan na, kesên ku rasterast dijmintiya Kurdan, Jinan, hemû ajalên din dikin ez bi nav û linkên wan ve rexneyên xwe dikim û li ser hemû torên medyayêb parve dikim.
Lewma jî, min ew hevokên blogê de nivîsîn û ew gotinên cenabê te yên wê rojê bûn wesîle, min jî xwest haya te jê bikim bes ev e.

Bersîva peyama te ya duyem; derheqa zimanê torên medyayê de
du fikrên min ên 'esasî li ser kirinên min bandor dikin:
1- Divê Kurdî/kurmancî bi her awayê jiyanê de bê bi kar anîn ku em êdî vî halê şepirze bifilitin.
Heya em hemû gilî gotîn xwe yên rojane, hilbêrînên me yên fikrî çi bin, her tiştî bi kurmancî îfade bikin ku ziman ji wê rewşa fetisî derkeve.
Ji bona wê armancê jî, blog dinvîsim, li ser kanaleka youtube'ê bi nivîsên stranên ingîlîzî bi kurmancî amade dikim, ji İngîlîzî -Kurmancî wergerê dikim.
2) Ziman ji bona ravekirina fikran alav/hacetek e. Heke çend kes ji vê hacetê beşer dikin ew qas kes dikarin gotinên te fem bikin.
Nexêr zêdepariya Kurdên Bakûrê êdî ji kurmancî beşer nakin. Helbet dizanim ku gelek sedemên wan ên rast û yên sosret henin. Lê ji bona ku bi tenê kurmancî nizanin jî em divê van girseyan beredayî bernedin. Belê ziman hêmaneka neteweyî ya herî girîng e, lê bi tena serê xwe hemû neteweyatî ziman jî nîn e. Lewma jî ez dikim ku ne bi tenê Kurmancî, tirkî, ingilizi..hwd heke kîjan alav kêrî min bê hemûya ji bona armancên xwe bi kar bînim.

Ez ne li ser fikra "hema bila kurmancî be çi dibe bila
be" me, heya pirtûk û nivîsên bi vî mantiqî ve hatine nivisîn zehlê min
tê.
Ji dewsa wê dikarim du qatî her kesî bixebitim ku wekî du mirovan him zimanê dagirkeran wekî hacêta xwe bi kar bibînim him jî aliyê din ve zimanê xwe her pêşdatir bikim.
Yan na, ez ne xwedîya wê derfetê me ku bibêjim; gor cehenneme ji wanên kurdî fêr nabin/nizanin, bila ew kuda biçin herin em ê ji karê xwe bibêrin.
Dixwazim cardin bibêjim; netewetî bi tanê ziman nîn e lê ziman pir girîng e.
Min gelek kesên Kurmanciyeka pir delal xeber didin, dinvîsin lê belê dijminê neteweya Kurdan jî nas kirin, ji wan zêdetir jî kesên bi awayekî ji dûrî zimanê zikmakî ketine lê ji bona kurdayatiyê hazir in canê xwe bidin jî.
Dixwazim bikaribim propogandaya gotinên xwe bigihêjinim ji wan jî.

Bimînin xêr û xweşîyê de, silav û rêz...
Di duduyê mehê da(2/1-18)di nivîseke xwe ya li ser hevkarên dewleta tirk da min gotineke wiha got: ” Bi baweriya min şêla hevkarên eşkere ji ya kesên hevakariya xwe vedişêrin diristir e, bêtir mêrane ye.
Heger şerm e dibê meriv neke, na heger ne şerm e dibê meriv veneşêre.”

Yashik ....bêtir "mêrane" ye! Himm belê, bi min jî.
Zinarê
Xamo : Rojda, dibê meriv zorê nede maneya gotinan. Ev gotin(mêrane)
metaforek e, tê maneya bêtir egîdî ye, bêtir samîmî ye. Meriv kane ji bo jinan
jî bibêje...
Lê "femînîst" hinên caran nêtên, maneyên neheq jî li gotinan bar dikin. Ez dibêjim belkî ev jî yek ji wan nimûneyan e...

Yashik Zinarê Xamo: hema dev ji ...îzmê berdin, jixwe min jî
qala wê nekir. Baş dizanî ku mêrtî, mêrane, mêrxasî, camêrî nîşaneyên civaka
Kurdan a pederşah e, jixwe ez nabêjim meriv nikare heman gotinê bona jinan jî
bibêje, lê pirsgirêk jî ev e. Mêrtîyê pêşiye wekî tişteke pir mequl didî
qebulkirin paşê dibêjî meriv dikare jinan re jî bibêje.
Belê gotineka berê ye, loma ji we "samîmî" tê, lê dijmintî çu carî ji min samímî nayê.

Xamo : Yanî tu dibêjî gotin û sifetê "mêr, mêranî" tê maneya
dijminatiya jinê û lema jî dibê meriv ji zimanê kurdî derxe!
Weleh "îzmên" me jî ne wek yên xelkê ne.
Weleh "îzmên" me jî ne wek yên xelkê ne.
Rojda
Yashik: Haya we ji dinyayê nîn e lewma hûn wiha dibêjin birêz Xamo. Helbet
ev gotin nîşaneya çanda mêrane ne. Lê di her zimanî de gotinên wiha henin, kes
gotinan navêjê, lê belè wateya van gotinan nîqaş dikin, çanda pişt van gotinan
de veşartî îfşa dikin, dijmintiya bi hezeran salan carna wekî gotin, cana wekî
helbest, carna wekî feylezofî xwe nîşan daye dibînin û baş dizanin ku ziman
zindî ye gava we ev yekan kirin yê jixwe îfade, gotin, peyvên nû bizê. Yan na,
çend kesê gotin ên "bav û kalan" mîna nivişteka bêkêr di paşla xwe de
bigerinin.
Zinarê
Xamo Rojda xanim, bi van peyvên xwe yên li ser mêrxasiyê bi rastî te
ez hinekî matmayî hîştim.
Di nivîsa xwe da li ser kurdên hevalbendên dijmin in min gotibû, ”Bi baweriya min şêla hevkarên eşkere ji ya kesên hevakariya xwe vedişêrin diristir e, bêtir mêrane ye.”
Bi gotina ”mêrane” qesta min bêtir dirist in, bêtir samîmî û dobre ne.
Te ev gotina min wek dijminatiya jinê şirove kir.
Te got wateyeka veşartî li pişt vê gotinê heye, ew jî dijminatiya jinê ya ”bi hezaran salan” e.
Yanî li gorî dîtina te gotina mêranî, mêrxasî, egîdî tê maneya dijminatiya jinê.
Tu çawa kanî tiştekî wiha bibêjî min bi xwe fêm nekir.
Di ferhenegan da sînonîma, maneya mêraniyê, mêrxasiyê ”egîdî, dilêrî” ye.
Û maneya ”mêranî/mêrxasîyê” ya bi tirikî jî ”merdane, mertçe, yîgîtçe” ye.
Li gorî vê analogîya te ya peyva mêraniyê/mêrxasiyê gava meriv ji yekî ra bibêje ew merivekî ”merd e, egîd e, yîgîd” e, meriv dijminatiya jinê dike.
Yanî ev navên hanê hemû tên maneya dijminatiya jinê…
Rojda xanim, lêxe lê nekuje…
Li her dera dinyayê neheqî, zulm li jinê dibe. Di civata me kurdan ya pederşahî(patrîarkal)da ev zulm û neheqî gelkî zêdetir e.
Ev rastiyeke nayê înakrê.
Li hemberî vê zulma li jinan dibe derkeve, rexne bike, lê belê ne bi vî rengî, ne bi rexnekirina nav û sifetan, ne bi rexnekirina mêrxasiyê.
Ev 50 sal in ez li gorî hêza xwe li hemberî sîstema, kultura û adetên pederşahîyê micadele dikim.
Ez ji rexnekirina te ya kultura patrîarkal aciz nabim, belovacî wê kêfxweş dibim.
Lê belê dibê meriv ji bo înssanan navekî, sifetekî baş jî wek dijminatiya jinê nebîne, ev dibe fanatîzim.

Ali
Kut Wele kek Z. Xamo te rastî bıvê, Rojda xatûn heqlî ye! Lê hê ji
heqê wê re 50 belkî 100 salek dıvê. Ji ber ku ne tenê di vê gotinê de di
seranserê ferheng, çand û bawermendîya me de ev neheqî heye. Weke mînak,
apocîyan jın û mêrtî lı Kurdıstanê, bibore, li Mezopotamya, ji ber vê neheqîyê
rakirin. Îca xwe acız neke, heta me Kurdıstanek femınîst ava kır, emê vê
ferhengê jî sererast bıkın.
Rojda
Yashik Min tekiliya vê mijarê û "apociyan",mabesta we fem
nekir.
Rojda
Yashik Birêz Xamo, xuyaye ku tu matmayî bûyî lê bi min sedema vê yekê
ne gotinên min in. Sedema vê yekê, ji mijarê dûrtiya cenabê te xwe ye. Lewre,
hê jî dibêjî ku “mêrtî“ bi wateya „egîdî“ „merdî“, „yigidî“ yê ve tê bi kar
anîn, jixwe ez jî vê yekê wekî nîşaneya hişmendiya pederşah a kokdar dibînim.
Di hemû civakên pederşah de (jixwe xêncî çend êlên wekî ’hov/îlkel“ tên
qebulkirin civakên ne pederşah nîn in) peyvên bi taybet, hêz, xîret, şeref,
rast û duristîyê îfade dikin bi pevyên ji mêrtiyê ve tegildar ve tên
gotin.
Wekî mînak, zimanê îngîlîzî de „Men“ him tê wateya „mêr” hin jî bi wateya hemû mirovahiyê ve tê bi kar anîn. Ji ber ku berê ve jin ne wekî mirov dihatin dîtin, an jî ji mêran kêmtir dihatin qebulkirin.
Wekî vê zimanê Kurdî de jî Mirov, Meriv û Mêr bi heman kokê tên.
Xala Duyem; Her peyv, gotin, rave, kelam xwedîyê dîroka xwe yê û gelek wateyên kokdar ji xwe de dihebînin. Lewma jî, çu kes nikare pêşiyê bibêje ku nîyêta min baş e, ez dijmintiya tu kesî nakim lê ez ê gorî kêfa xwe kîjan pevy ber min be wê bi kar bînim. Jixwe vê nîqaşê de xuyaye ku nîyeta we jî pesndayîna “mêrtiyê“ ye.
Têkoşîna dijî çanda pederşah bi gilî gotinên pesna mêrtiyê didin ve dest pê dike, lê heke hûn bi her gotina xwe ve vê çande cardin vejînin,
Vê mijarê wekî tişteka „ax belê hin tiştên xerab dibin lê em dijberî vê yekê ne,
Niza’m kîjan serok, an jî partîye bê û jinan rizgar bike,
Jixwe ez jî jinan „wekî/qasî“ mêran dibînim,
Ez her gotina xwe we mêrtiyê wekî nirxeka payebilind nîşan didim lê nîyeta min baş e, ve rave bikin mixabin çu tişte kêrhatî ji van gengeşeyan dernakeve.
Ev mijareka ew qas eşkere ye ku êdî nizanim çi bibêjim. Şeva we bimînê xweşiyê de.

Kut ya rast jî ew e bi bawerîya min, şirovekirina van mijaran hinekî
Donkîşotî ye û em dê nikanibin hal bikin. Li gellek cihan min bihîstiye ji bo
jinan jî peyva "mêr/e/bû" di wata wêrekîyê de hatiye bi kar anîn.
Rojda
Yashik Çu pirsgirêk bi şîrovekirina çend peyvan ve çareser nabin, lê
gelek caran wiha dest pê dikin. Wekî min li jore jî nivisîbu, jixwe ez dizanim
bi kîjan wateyan ve tê bi kar anîn û ji bona jinan jî tê bi kar anín. Lê
pirsgirêk ew e ku; ji bona hemû wateyên erênî peyvên pesna zayenda serdest
didin tên bi kar anîn û bi vê rê serdestiya vê zayendê tê domandin. Silav û
rêz.
Nivîsîna di nabêna min û Rojda Yashik xanimê da (Correspondence)nuha li vir qediya. Heger dû ra dirêj bibe ezê wan bersîvan jî li vê nivîsê zêde bikim.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar