08 januari 2018

Welatperwerî û xiyanet

Di pêşgotona kitêba ”Meşhûrên Kurdan da ” Baba Merdûx Rûhanî li ser welatperweriyê teqrîben wiha dibêje: ”Welatperwerî û hezkirina ji welatê xwe ji xesletên însanî ya herî muhîm e. Welatperwerî wek peywendîya zarok ya ji dil ya bi dê ra ye. Ev muhbet û evîn bi şîrê dê ra derbasî dilê zarok dibe û ancax bi mirinê ra jê derkeve…”

Bêguman ya herî normal ev e, dibê meriv ji welatê xwe wek ji diya xwe hez dike hez bike û bêyî mirinê tu tişt, tu zext û zûr nikanibe evîna welatê meriv ji dilê meriv derxe.

Lê em zanin xayinên îstîsnayên vê xesleta însanî ne. Bira hezkirina welêt li wir bimîne, xayin pir rehet kanin welatê xwe bifroşin. Numûneya herî dawî îxaneta 16ê cotmeha 2017a ye. Hin xayinên kurd bi namerdiyeke mezin Kerkûk û hin herêmên din pêşkêşî neyarên xwe, dewleta Îraqê kirin.

Di nava her miletî da pir hindik kesên xayin hene. Lê di nava miletên di nava miletên bindest da li gorî miletên serdest xayin pir zêde ne. Çimkî bindestîya salan gelek merivên zeîf û bi zeaf bêşexsîyet dike û hestên welatperweriyê pê ra kor û kêm dike. Merivên wiha bi rehetî dikevin kemîna neyar û bi gel û welatê xwe ra, bi dost û hevalên xwe ra xiyanetê dikin.

A ji ber vê yekê ye di tarîxa me da ji nava me gelek xayinên biçûk û mezin derketine. Ji bo ku xayinên me û îxanetên wan neyên jibîrkirin, dibê hinek ”tarîxa xayinên kurdan” binivîsînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar