09 januari 2018

Bi piraniya kurdan ra nexweşiya "somatîzasyonê" heye...


Li Tirkiyê û li Kurdistanê ji sedî 80 însanan ji nexweşiya ”somatîzasyonê” muzdarîb in.

Wê rojê di minaqaşa telewîzyoneka tirkî da tuxtorekî(doktorekî) got li gorî lêkolîneke emerîkiyan li Tirkiyê ji sedî 80 însanan nexweşên ”somatîzasyonê” ne. Ev reqem li tu weletekî din hewqasî ne zêde ye.

Min meraq kir gelo ”somatîzasyon” çi nexweşî ye? Min hinekî li Googlê nêrî û li ser nexweşiya ”somatîzasyonê” çend nivîs xwendin.

Li gorî tuxtor dibêjin tu îzaheke tibî ya nexweşiya ”somatîzyonê” tuneye. Tuxtor dibêjin somatîzasyon ji nexweşiyeke fizîkî/bedenî wêdatir, nexweşiyeke rûhî, psîkîyatrîk e.

Bi gotineke herî basît nerehetî, tirsa ji jiyan û ji dawiya xwe ye, bîntengî, gelşên siyasî, zahmetiyên aborî dibe sebebê peydabûna nexweşiya ”somatîzasyonê”. Yanî tirs û xofa ji dewletê, teror û zulma her roj dibîne psîkolojiya însên xera dike û nexweş dixe.

Gava înan nikanibe gelşên xwe yên sosyal çareser bike, gava însan ji jiyana xwe, ji taliya xwe ne ewle be ev nexweşî pê ra çê dibe.

Dîsa li gorî agahîya wî tuxtorî li Japonyayê ev nexweşî qet tuneye. Çimkî li Japonyayê însan ne di nava tirs û xofê da ne, her kes di nava aramiyê da dijî, karê wî heye û tirsa wî ya ji jiyana wî tuneye.

Piştî guhdarîkirina vî tuxtorî, min baştir fêm kir çima kurdên bakurê Kurdistanê hewqasî nexweş in.
Biçûk mezin, miheqeq nexweşiyeke her kesî heye, tu bi kê ra dipeyivî ji dereke xwe gazinan dike, dibêje filan dera min diêşe.

Li Kurdistanê bakur kesê baypass nebûbe tuneye, hema hema bi her kesî ra gelşa dil heye. Ji xwe lema dermanê li Tirkiyê tê firotin li tu dera dinyayê hewqas derman nayê firotin.

Bi qasî li Tirkiyê însan nexweş in li tu welatekî din însan hewqasî ne nexweş in. Yanî mesele ne nexweşî ye, ”somatîzasyon” e, însan fizîkî ne nexweş in, rûhî, psîkolojîk ne rehet in û ev yek jî zorê dide bedena wan.

Li Tirkiyê û li Kurdistanê tu diherî kîjan nexweşxaneyê haşer mahşer e, însan pê li serê hev dikin, meriv dibêje belkî ew bajar hemû nexweş e. Li her bajarî lewheyên herî zêde yên abûqatan û doktoran e. Çimkî tiştê herî pir heye zulm e û nexweşî ye. Dera zulm û nexweş lê pir be, abûqat û tuxtor lê pir dibin. Çimkî bazar heye.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar