Cemîl Oguz wek her salal îsal jî di Diyarnameyê da lîsteyeke
kitêbên kurdî(kurmancî, zazakî)yên di sala 2017a da hatine weşandin bi
nasandineke xweş belav kiriye.
Cemîl Oguz ev çend sala in bi vî karê xwe ji weşanxane û xwendevanên kurd ra xizmeteke bêhempa dike. Tiştê Cemîl Oguz dike xebateke pir hêja ye.
Hezar carî mala wî av be.
Bi qaî ez zanim Cemîl Oguz vî karî bê haya weşanxaneyan bi însîyatîfa xwe ya şexsî û belaş dike.
Bi baweriya min dibê her weşanxaneya kurdî ji bo vê xizmeta Cemîl Oguz û Dîyarnamê sembolîk be jî alîkariyekê bi Cemîl Oguz ra bike. Bi rengekî ev jî reqlam û nasandina wan e.
Kes belaş anonsa meriv belav nake.
Lê tiştê wiha li ba kurdan nebûye adet.
Li gorî Cemîl Oguz nivîsîye di sala 2017a kitêbên zarokan jî di nav da, li ser hev ji alî 23 weşanxaneyên kurdî ve 171 kitêb hatine weşandin.
Di sala 2016a da ev jimar 190 bûye. Yanî di sala 2017a da li gorî 2016a 19 kitêb kêm hatine weşandin.
Ji 171 kitêbên hatine weşandin ji sedî 10 zazakî(kirmanckî) ne û yên din jî bi kurmancî ne.
Li gorî Cemîl Oguz nivîsîye wek her sal, îsal jî hin weşanxaneyan bersîv nedane. Lema jî lîste kanibe ji sedî 5kêm be.
Ez fam nakim çima hin weşanxane çima bersîvê nadin?
Gelo ji tembelîyê ye ya jî ji quretiyê ye?
Çimkî reqlam û anonseke belaş e. Bi vê weşanê haya xwendevanan ji weşana wan çê dibe.
Weşanxaneya J&J bi weşandina 52 kitêban weşanxaneya yekem, Lîs bi weşandina 15 kitêban weşanxaneya duyem û Avesta jî bi weşandina 13 kitêban weşanxaneya sêyem e.
Di nava 171 kitêbên hatine weşandin da 25ê wan roman in û 26 jî çîrok in.
Bi dîtina min di salekê da derketina 25 romanan pir baş e, heta meriv kane bibêje reqor e.
Wek her sal, di sala 2017a da jî bi 30 kitêban şiîr dîsa di rêza yekê da ye.
Li gorî beşên din şairên me tim zêde ne. Her sal wiha ye.
Gelo li Tikriyê û li welatên din ev yek çawa ye, gelo li welatên din jî şiîr di rêza yekê da ye?
Ji bo vê xebata hêja ez gelekî spasî Cemîl Oguz û Dîyarnamê dikim. Mala we ava be…

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar