02 januari 2018

Ez ketime bextê we dev ji parsa duakirina di Facebookê da berdin

Ez ketime bextê we dev ji parsa duakirina di Facebookê da berdin, meriv bi dua ji serêşê û bapêşê xelas nabe.
Her tiştê me temam e îcr dua di Facebookê da derket?
Kî nexweş dikeve, dê û bavê kê nexweş dikeve di Facebookê da dest bi parsa dua dike.
Ez ketime bextê we dev ji parsa dua mua berdin.
Bapêş bi dua naçe. Ji xwe ra Îprenekê bixwin...
Berê meriv bi hefteyan, carnan bi mehan neweşt diket bêyî xanimê û zarokan haya kesî jê çê nedibû.
Yaha nuha serê kê biêşe, kî rojekê bi bapêşê bikeve, kî her nexweşxanê çekapê bike tavilê dinya pê dihese.
Û him jî bi risim, bi serom û bi xortim...
Me fac. jî dejenere kir.
Malneketno gava serê we êşiya ya Îprenekê ya jî Alvedonekê bixwin û dinyayê bi serêşa xwe nehesînin.
Ma meriv bê serêş dibe?
Û heger nexweşiya we pir giran be, mesela wek bapêşê(zekemê, sermagirtinê)wê demê jî hinek leymûn bigvêşin nava qedehek çay, çaya xwe vexwin û têkevin nava nivînan.
Û di nva nivînan da ji xwe ra xeyalên pozîtîf çêkin.
Bira Lotoya we bigre, bilêta we ya serê salê lêxe, yanî tiştên pozîtîf xeyal bikin.
Avê zêde vexwin.
Şorba mirîşka bixwin.
Heger mirîşk tunebe şorba mast jî dibe.
Fêkî jî baş e. Porteqal û madalîna bixwin...
Yanî van pêşniyarên min kanin feydeyê bigihînin we.
Di Googlê da reçete pir in li wan binêrin.
Lê ez ketime bextê we îlanên çekapê û serêşa xwe û bapêşa xwe di facê da belav nekin.
Îlana di facê da we rehet nake, dev ji îlan û reqlama facê berdin û ji serêş û bapêşên xwe ra li çareyeke din binêrin.
Dinyayê bi çekapa xwe nehesînin...
Dua mua we ji serêşî û ji bapêşê xelas neke, dev ji parsa dua berdin, kes bi dua ji serêşî xelas nabe.
Îprenekê, Alvedonekê bixwin...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar