Yanî ne tam dîn e û ne jî tam biaqil e, ehmeq e…
Bêguman ev ne tarîfeke ilmî ye, tarîfa min e. Ez dibêjim meriv kane "dînan" û "ehmeqan" wiha tarîf bike...
Xoce Nesredîn genimê xwe li kerê xwe yê meşhûr kir û çû êş, ji bo bihêre. Qerêş jê ra genimê wî hêra û teslîm kirê.
Ardê çewalê li kêleka têra(xirar, xaşî) wî pir pak bû, dilê Xoce bijiyayê. Rabû çend çeng jê kir ser têra xwe.
Vê yekê bala qerêş kişand, got:
-Xoce ma tu çi dikî?
Xoce got:
-Qet, ez merivekî ehmaq im…
Qerêş got:
-Ê madem tu merivekî ehmeq î, çima tu ji têra xwe dernaxî û naxî ser çewalekî din?
Xoce got:
-Ez nuha tenê ehmeq im. Lê heger ez ardê xwe têxim ser çewalekî din, wê çaxê ezê bibim ehmeqê ehmeqan…
Bi ya we kurdên ji bo ereb û filistîniyan ji do da ye daketine kuçe û kolanan û Amerîka û Îsraîl protesto dikin tenê ehmeq in, ya jî ehmeqên ehmeqan in?
Gelo dikevin kîjan katgoriyê?

XXX
Ji Temelê laz pirsîne, gotine Temel ” ma tu dixwazî bi
jineke bûdele(xêvik, ehmeq)ra bizewice ya jî bi yeka bedew, pak ra?
Temel gotiye ” bi yeka bûdele ra.”
Gotine çima?
Temel gotiye:
-Ji ber ku bedewî ne ebedî ye…
Temel gotiye ” bi yeka bûdele ra.”
Gotine çima?
Temel gotiye:
-Ji ber ku bedewî ne ebedî ye…
Mamê Karl Marks jî gotiye:
"Civata celadê xwe wek xelaskirê xwe bibîne dişibe congeyê kêmaqilê kêra qesab dialêse."

Kurdên kêra celadên xwe dialêsin pir in. Ehmeqî him ebedî ye
û him jî ne bi pera ye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar