08 december 2017

Di civatên paşdamayî da demokrasî ne mimkûn e

Civateke adil, wekhev, bêyî zulm û zor yanî civateke îdîal, utopîk her tim bûye xeyal û mijara fîlozofan ya sereke.
Ji fîlozofên destpêkê Platon (BÎ 428-348)di utupya xwe ya dewletê da ji bo avakirina civateke îdîal gelkî serê xwe êşand. Xwest di dewletekê da kes li kesî zulmê neke û her kes azad be. Ji bo wê wezîfe li însanan par kir û qaîde û prensîb danîn.
Dû ra di sedsala 16a da (1478-1535) Thomas More bi kitêba xwe ya Utupya wî jî wek Platon welatekî utopîk û civateke îdîal xeyal kir.
Di dewlet û civata Thomas More ya utopîk da di nabêna însanan da wekhevî heye, fêsadî, nerindî, gelacî, zulm tuneye, her tişt bi dûzan û bi ser û ber e û her kes ji halê xwe razî û bextewar e.
Bi kurtî însanan her tim dewleteke adil xeyal kirine û ji bo avakirina dewleteke wiha gav avêtine, qanûn derxistine. Armanc dewleteke adil û civateke demokratîk e, demokrasî ye.
Li gorî dîtina Platon demokrarîsî meseleyeke perwerdeyê ye, bi rêya talîm û terbiyê însan dibin xwediyê kultura demokrasîyê. Demokrasî di civatên paşdamayî da ne mimkûn e, ji bo demokrasiyê kulturek lazim e.
Gava meriv bi cemawerên, girseyên perwerdenebûyî, yanî girseyên nexwenda, cahil derbasî demokrasiyê bibe, ji dêlî demokrasiyê ve dibe olîgarşî yanî îktîdara çend kesan.
Û gava dûzana olîgarşîk dom bike siyasetmedarên demagok peyda dibin. Û demagog jî dawiya dawî dibin despot û dîktator û demokrasî jî dibe dûzaneke despotîk û zalim.
Di civatên paşdamayî da xapandina gelê nezan û cahil pir rehet e, kîtleyên nezan ji meth û senayê pir hez dikin. Bi taybetî jî demagojiyên nasyonalîst û tirsandina bi pirbûna dijminan û perçebûna welêt kîtleyan pir rehet dixapîne.
Siyasetmedarên demagog vê zeîfiya gel zanin û baş îstîsmar dikin. Lema jî demagog çiqas merivê pîs, sextekar, virek û diz bin jî li ber çavê gel dibin qehreman.
Li Tirkiyê îro rewş ev e, demagog cahiliya gel îstîsmar dikin. Ji ber ku nezane ji despotan ra, ji dizan ra li çepikan dixe.
Bi kurtî dîtina Platon rast e, demokrasî meseleyeke perwrdeyê ye, bi kîtleyên nezan ra demokrasî dibe olîgarşî.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar