10 augusti 2015

Terora dewleta tirk kud kirine merivên melankolîk.


Ne roj li me roj e, ne şev li me şev e. Em nizanin serê me li ser çi balîfî ye.
Teror û zulma dewletê ya bênabên û xeberên derbarê vê teror û zulmê da, di telewîzyon û di medya sosyal da dîmenên kurdan yên trajîk, bajarên wêranbûyî, cenazeyên gerîlayên li ber sînoran genî dibin kîmya me xera kirye, ruhê me, qerekterê me, şexsiyeta me serobinî hev kiriye.
Di manaqeşeyên di medya sosyal da ez dibînim em kurd gelekî hesas û bînteng bûne. Li hemberî gotin û rexneyeke herî biçûk em wek mayinekê diteqin, zû bi hev da hêrs dibin , zû tên xeleyanê.
Em bûne wek zarokê nuh ji şîr vebûbe, pir bînteng in, asî ne, heznî ne, fena ku me tiştekî xwe wenda kiribe, lê em nizanin ew tişt çi ye.
Her kes di facebookê û twîtterê da xebereke ne xwes, girtina çend kesan, xebera çend şehîdên nuh belav dike.
Her kes videoyek terora dewletê belav dike, bi temaşekirina her vîdeoyekê dinya meriv hildiweşe, per û baskên meriv disikê, moralê meeriv dadixe binê sifirê, qudûmê meriv dişkîne…
Meriv nizazene çi bke, bi ku da here!
Meriv dixwaze li hemberî hewqas zulm û bêûjdanî biqîre, ji her tiştî ra îsyan bike, êrîşî her tiştê tirk bike…
Ev netîceyên psîkolojîk in, gelo yên bî zatîhî di nava vî agirî da ne, yên dîrekt di bin vê zulmê da ne nuha di çi halî da ne…
Welhasil dewleta tirk dinya li me kurdan kiriye zindan, piraniya me ji ruhê xwe aciz e, ne sax e, ne mirî ye…
Ji min bihata minê ev dewleta tirk ya hov, ya Xwedênenas û faşîst tevî kurdan bişewitanda…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar