10 augusti 2015

Kurd Kurdistanê naxwazin çimkî ji Tirkiyê pir hez dikin



Tirk çiqasî zulmê li kurdan dikin hewqasî bi kurdan şîrîn dibin. Ev ne hestekî însanî ye, lê kurd diyar e îstîsna ne.
Meriv bizanibe yek ji meriv hez nake meriv naçe nabe cîranê wî. Şêla herî normal ev e.
Lê em kurd wisa nakin....
Em baş dizanin tirk ne tenê ji me hez nakin, ji me nefret dikin, lêem dîsa jî ji wan naqetin, diherin dibin cîranên wan.
Welatê me îşxal kirine, me dikujin, me davêjin zindanan, carnan jopan dixin qûna me, carnan serê me, guhên me jê dikin, tecawizî namûsa me dikin.
Gava hewece dibînin bi tonan bombe ser me da dibarînin, gund û bajarên me wêran dikin. Welhasil her zulmê li me dikin, dikin dikn.
Carnan ji ber ku em kurd in, carnan ji ber ku em bi kurdî dipeyivin me lînc dikin.
Hebûna me qebûl nakin.
Zimanê me serbest nakin.
Nahêlin zarokên me bi zimanê xwe perwerde bibin.
Me bi zorê dibin leşkeriyê û bi me hev didin kuştin.
Hemû sembolên me qedexe ne.
Em newêrin ji tirkekî ra navê welatê xwe bibêjin, em newêrin bibêjin ez ji Kurdistanê me.
Welhasilî kelam li tirkiyê gav û saetê em di bin gef, tirs û teroreke tirkan ya pir mezin da ne.
Lê dîsa jî em ji tirkan, ji welatê wan, ji bajarên wan, ji zimanê wan, ji muzîka wan hez dikin.
Em ji welatê xwe bêtir ji Tirkiyê hez dikin.
Ew çiqasî zulmê li me dikin, ji me nefret dikin jî, em hîn bêtir ji wan û ji welatê wan hez dikn.
Lema jî em ji Ewrûpa naçin li welatê xwe, li bajarên xwe, di nava qewmê da bicî nabin, diçin li Tirkiyê cî war dibin.
Dibin cîranên tirkên ji me nefret dikin, tirkên me lînc dikin, tirkên zulmê li me dikin, tirkên em ji wan ditirsin.
Tirkên li ba wan em xwe azad his nakin.
Em dixwazin bíbin cïranên wan û wan ra bijîn...
Li hemberî vê tabloyê meriv matmayî dimîne, însan çawa dikane hewqasî jî ji zulmkarê xwe hez bike meriv fêm nake!
Heger ne wisa bûya bi hezaran siyasetmedar, kurdên kurdperwer ji Ewrûpayê nediçûn li Tirkiyê li Marmarîsê, Qûşadasiyê, Dîdimê û nizanim ku derên din havîngeh nedikirîn û nedibûn cîranên tirkan…
Meriv ji derekê hez neke meriv naçe li wir bicî nabe, kêfa meriv ji miltekî ra neyê meriv ´naçe pê ra najî....
Wek min got, yek ji meriv hez neke meriv nabe cîranê wî, lê tirkan em ji xwe kirine kole em dîsa jî ji wan aciz nabin, dilê me ji wan namîne, em bi kêf diherin welatê wan û dibin cîranên wan.
Gelo çima wiha ye, kurd çima bûne evîndarên celadê xwe ez nizanim. Lê ev tablo min matmayî dihêle û heta hinekî jî bêhêvî dike…
Tiştê meriv jê hez neke meriv naxwze, meriv bi dest naxe.
Kurd bi qasî ji Tirkiyê û ji bajarên Tirkiyê hez dikin, ji Kurdistanê û ji bajarên Kurdistanê hez nakin…
Lema jî dewletê naxwazin…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar