13 april 2015

Kurdiya min bûye bela serê min….



Belkî hûnê bawer nekin lê rast e, israra min ya di kurdî da min ji nas, dost û hevalan qut dike. 
Ji ber ku ez di axaftin û nivîsandina kurdî da israr dikim, 
ji ber ku ez qebûl nakim kes nivîsên min bi tirkî şirove bikin, 
ji ber ku ez bi tirkî bersîvê nadim kesî gelek nas, dost û heval ji min dûr dikevin û gelekên wan jî ji min diqeherin, têkiliyên xwe qut dikin.
Ji ber ku ew nizanin bi kurdî ji min ra bibêjin "merheba û tu çawayî" 
û ji ber ku ez jî bi tirkî bersîvê nadim wan, 
gelekên wan newêrin silavê jî bidin min.
Ez ji ber kurdiya xwe ez bûme ”gurê manco”, 
hevalên min ji min direvin., têkiliyên xwe qut dikin. 
Ya jî hin kes ruyên xwe ji min ba didin…
Belê, bi rastî jî kurdî bûye bela serê min.
Ji ber ku bi gelek kesan ra ez nikanim têkevim têkiliyê, bidim û bistînim.
Çimkî nizanin bi kurdî binivîsin û bixwînin û ez jî bi tirkî qebûl nakim. 
Wek kurdekî dema ez bi kurdî dinivîsim, bi kurdî dipeyivim, îtîrazî tirkî dikim gelek kurd diqeherin, dibêjin ev çi hawe ye?
Kurdiya min, nivîsîna min ya bi kurdî gelek dost û hevalên min yên zaroktiyê, yên xortaniyê ji min dûr dixe.
Ew dixwazin em bi hev ra bi tirkî têkevin têkiliyê, ji hev ra bi tirkî binivîsin, nivîsên min bi tirkî şirove bikin 
û ez jî viya qebûl nakim.
Dema ez şiroveyên bi tirkî radikim însan diqeherin û têkiliyên xwe ji min qut dikin. Û ez çi dibêjim jî pere nake, li gorî wan meriv çawa dikane xwediyê prensîbeke wiha be? Û ev jî gelşeke mezin e.
Lê netîce ne ew fêrî kurdî dibin û ne jî ez nivîsîna bi tirkî qebûl dikim. 
Netîce em ji hev dûr dikevin…
Ev şêl û israra min ya di kurdî da gelek dost û heval ji min vecininqandine û têkiliyên me qut bûne. 
Ev gelş ne di medya sosyal tenê da derdikve hemberî min, di çûn û hatina min ya welêt da jî min ev gelş hêdî hêdî dît û his kir. 
Problem ne bi qasî ya medya sosyal e lê heye, însanên di salên min da baş xerab bi kurdî dizanin. Lê heta derekê, ew jî naxwazin sohbet, minaqaşe tim bi kurdî be.
Herdu salên pêşî kêfê li serê min xistibû, 
ez serxweş kiribûm, min zêde tiştek nedidît. 
Lê di van du carên dawî da min gelşa zimên pir barîz dît. 
Însan li Kurdistanê sedî nod, bi piranî bi hev ra bi tirkî dipeyivin û dixwazin bi min ra jî bi tirkî bipeyivin. 
Lê gava ez ne bi tirkî, bi kurdî bersîvê didim pirsên wan, ez adetê xera dikim, sohbet germ û gurr nabe. 
Yek bi kurdî yek bi tirkî nabe, dawiya dawî dilê însanan ji sohbet û hevaltiya min sar dibe û ji min bi dûr dikevin...
Mesela li qahwexanê tu bi çend kesan ra rûniştiye. Herkes bi hev ra bi tirkî dipeyive. Tenê tu bi kurdî dipeyivî. Ev yek piştî çend caran însanan nerhet dike. Tu yekî, ew deh in, ya dibê tu jî wek wan bibî ya jî ji wir rabî.
Tu ji wir rabî tu yê herî ku? Tu herî ku derê eynî tişt e.
Netîce tu li welatê xwe, li bajarê xwe, li ba nas, dost û hevalên xwe dikevî rewşa turîstekî.
Yanî ez bi kurdiya xwe, bi israra di kurdî da dûzana însanan xera dikim, wan mecbûrî zimanekî ew nizanin, 
zimanekî kêfa wan zêde jê ra nayê dikim. 
Ev yek jî dibe sebeb ku însan xwe ji min kef(dûr bixin) bikin, dibe sebebê sarbûnê, heta sebebê ku têkiliyên xwe qut bikin. Ji ber ku ez wan nerehet dikim.
Ji ber ku kilîta dostiyê û hevaltiyê ziman e, 
gava meriv ji zimanê hev fêm neke meriv nikane bibe dost û heval, nikane bi hev ra bide û bistîne…
Yanî kurdiya min bûye bela serê min….



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar